Diyarname
Li Wanê di koneke din de jî şewat pêk hat û zarokek 3 salî têne şewitî û mir.
Piştî erdheja Wanê hin wanî hê jî di konan de ne. Heta niha di gelek konan de şewat pêk hatiye û şewateke din li wan zêde bû. Li gundekî bajaroka Erçeka Wanê di kona aîdê Saliha Atli de şewat pêk hat. Sobeya ji komir ku di bin konê de hatibû pêxistin bû sedema xewatê. Di kurtedemê de zarokê 3 salî Mustafa Atli di nav alavên agir de ma û mir.
Heta niha di 127 konan de şewat pêk hatiye û di van de 11 kesan jiyana xwe ji dest daye. Digel vê sar û seqemê, vê zivistana sar hê jî 70 hezar kes di konan de jiyana xwe didomîne.


