ENQERE
BDP ji bo di çarçoveya "Konferansa Neteweyî ya Kurd" de hevdîtinan pêk bîne dê biçe Hewlêrê. BDP, dê bi Serokê Herêma Federal ya Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtinê pêk bîne.
Heyeta BDP'ê ya ji parlementerên BDP'ê Ozdal Uçer, Mulkiye Bîrtane û Murat Bozlak pêk tê dê serê meha reşemiyê biçe Hewlêrê.
Heyeta BDP'ê dê di ziyaretê de li ser rewşa dawî ya kurdan, geşedanên pirsgirêka kurd û xebatên "Konferansa Neteweyî ya Kurd" hevdîtinan pêk bîne.
Hate gotin ku dê heyet bi nûnerên PDK, YNK û Tevgera Goran re hevdîtinan saz bike. Heyeta BDP'ê di çarçoveya ziyaretê dê bi Serokê Herêma Federal ya Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtinê pêk bîne. Hate zanîn ku heyet dê di hevdîtina bi Barzanî re têkildarî dîroka "Konferansa Neteweyî ya Kurd" demê bixwazin.
Di ziyaretên berê yên li Hewlêrê hatin kirin de ji bo "Konferansa Neteweyî ya Kurd" di serê sala 2012'an de li dar bikeve, xebatên erênî hatibûn kirin.


