Diyarname
Li terasa Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ji bo salvegera weqfê û rojbûna Îsmaîl Beşîkçî çalakiyeke hat lidar xistin. Di çalakiyê de Beşîkçî jî amade bû û qala girîngiya xebata weqfê û saziyan kir.
Weqfa Îsmaîl Beşîkçî di sala 2011’an de hate vekirin. Ji wê rojê ve bi pirtûkxaneya xwe ya ku 12 hezar pirtûk, 800 kovarên cuda û nêzî 3 hezar rojnameyên cuda, dîsa bi terasa xwe ya ji bo çalakiyan xizmetê dide xebatên kurdî.
Ji Îskîpê heta niha
Îro di heman demê de rojbûna civaknas Îsmaîl Beşîkçî bû. Beşîkçiyê ku roja 7’ê rêbendana 1939’an de li Îskîpa Çorûmê hatiye dinê ket 84 saliya xwe. Ji bo van her du gavan îro li terasa weqfê çalakî hat lidarxistin.
Di çalakiyê de ligel Beşîkçî, Serokê Heyeta Mutevelli Îbrahîm Gurbuz, Cîgirê wî Celal Temel, endamên rêveberiyê Halit Yalçin, Kerem Tekoglu, komek nivîskar, rojnameger û weşanger amade bûn.
Pêşî kurtesînevîzyona ku qala karaktera Beşîkçî dikir hat nîşandayîn û paşê Beşîkçî derket pêşberî mêvanan û axivî. Beşîkçî piştî bîranînên xwe yên zarokatiyê, gotin anîn ser îro. Beşîkçî diyar kir ku weqfa wan li ser kurdan gelek xebatan dike û got ku xebata weqfan, weşanxaneyan gelek muhîm e ji ber ku li Tirkiyeyê li zanîngehan ev xebat nayê kirin, li wê derê azadiya vegotinê nîn e.
Ji bo kurdolojiyê xebatên weqfê
Dûre Îbrahîm Gurbuz axivî û diyar kir ku ji bo ji bo fikr û xebatên Îsmaîll Beşîkçî belav bikin, ji bo kurdolojiyê ev weqif wan ava kirine û di nav vê xebatê de cih girtin ji bo wan rûmet e.
Gurbuz li ser xebatên weqfê yên wekî derxistira “Kurt Tarîhî”, xebatên akademîk, weşanên wan sekinîn û qala xebatên wan ên li Başûr jî kir. Gurbuz diyar kir ku li Duhokê Centera Îsmaîl Beşîkçî hatiye avakirin, li Hewlêrê cih vedikin, li wir gelek xebatên wan ên din jî didomîn û got, “Li Başûr li zanîngehê sosyolojiya Alî Verdî tê xwendin. Di sosyolojiya Alî Verdî de Kurdistan tune ye. Wê didin xwendin. Di sosyolojiya Îsmaîl Beşîkçî de Kurdistan heye. Me pêşniyar kir ku sosyolojiya Beşîkçî bidin xwendin, qebûl kirin.”
Ji bo pêşerojê jî Gurbuz diyar kir ku gelek xebat li pêş wan in yek ji wan jî dayîna Xelata Îsmaîl Beşîkçî ye.
Paşê endamê rêveberê Halit Yalçin (Xalid Sadînî) axivî, qala bîranîna xwe ya ligel Beşikçî kir û paşê du helbestên klasîk xwendin.
Herî dawî Keremo helbest xwendin, dengbêj Mihemedê Serhedî jî bi klamên xwe reng da çalakiyê.


