logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  5. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
news-details

Rexneya rexneyê û di wêjeya kurdî de pirsgirêka nûjeniyê

Nivîseke rexneyî li ser çend nivîsên nivîskarên kurd...

  • Dîrok: 03/02/2012
  • Beş: NÎQAŞ

Îlhamî Sîdar  

Berî her tiştî ez dixwazim bêjim ku her cure nîqaşên subjektîv ji bo pêşketina wêjeya kurdî sînerjiyeke bêhempa dihewîne û ev di wêjeya cîhanê de jî wiha ye. Divê zemîna ku bi van sînerjiyan werin avakirin, ji alî wêjenasan ve baş bê bi kar anîn. 

Di vê nivîsara xwe de dixwazim wekî xwendevanekî kurd nêrînên xwe yên li ser rexnegiriya kurdî bi kurtasî parve bikim. Bi teybetî jî rexne û nivisarên ku di malperên wekî Kulturname û Diyarnameyê de têne weşandin, bi têra xwe têkûz û xwedî teknîkeke xurt in, jixwe lewma jî berê çendeyekê min mesajên xwe yên teybet ji çend hevalên wekî kek Ferzan Şêr, Şengul Ogur û Hamid Omerî re şand û ji ber keda wan a bi rûmet min wan pîroz kir û ji bo wan serkeftin xwest. Lewra her dilopekê xwêdana ku li ser kurdî hatiye rijandin pîroz û mibarek e. Lê her wiha dixwazim wekî xwendevanekî ku nêzikî sî sal e wêjeya cihanê dişopînim, hin pivanên girîng bi bîr bînim. Belê wekî ku min got, rexneyên dawiyê bi min li gor a berê gelekî bi pêş ketiye, lê bi rastî çendeyê hanê li çend nivîsarên ku di hin kovar û malperan de derçûne rast hatim, ez piçekî xeyalşikestî kirim. Mixabin tu derfeta min a ku bikaribim li ser gişan bisekinim tune ye, bes dikarim çend heban hilbijêrim û xwe bispêrim xweşbîniya rexnegirên hêja û rexneyek li ser rexneyên wan bikim û bi vê navgîniyê piçek jî bidim dû “nûjenî”ye.

Yek ji van rexnegirên hêja Şengul Ogur e ku nivîsarên wî tim bi balkêşî dişopînim. Birêz Ogur di nivîsara xwe ya dawî de bi helwestekî tund bi ser Şêrzad Hesen ve çûye, dibe ku ev ji alî rexnegiriyê ve helwesteke asayî bixuye, lê pirsgirêk li vir ne ev e, pirsgirêk rê û rêbazên ku di nivîsara xwe de bi kar aniye ye. Hêja di nivîsa xwe de xwe ji tevn û vehonana metnê hinek dûr xistiye û berê xwe rasterê daye hest û helwest û fikr û ramanên nivîskar. Lê birêz Ogur bixwe jî baş dizane ku di rexneyê de mebest bi navgîniya metnê, li ser rêsandina ziman û tevnandin û vehonandina vegotinê hûrbûn e. Nizanim ji ber çi dev ji van pîvanên sereke berda ye û bala xwe bi tevahî li ser çewtiya nêrînên nivîskar komkiriye? Heke em ji vir derkevin, divê em Markîs de Sade ji ber helwesta wî ya Sodomist bidin ber keviran, dîsa Camus ku di “Mirina Bextewar” û “Biyanî” de kujeriyê dihebîne, Jean Genet ku di “Mucizeya Gulê” û “Rojnivîska Dizekî” de qala dizitî û qundetiya xwe dike, Ezra Poundê ku pesnê faşîzmê dide; Boris Vian, Bukowski û Henif Kureyş ên ku bedena jinê wekî metayeke cinsî disêwirinin û bi fikr û ramanên xwe hişê wan tim li ser hevşabûna bi jinan re ye, bibin sêdaran. Bes di der heqê “M”, “Xewna Pîrepindan” û “Jineke Xinanî” de bi hêsanî dikarim bêjim ku wekî çîrokên Ferhat Pîrbal û Selahattîn Bulut ê ku xwendina wan herî tehmê dane min in, bi çêj û tehm in û bi a min mînakên wekî Ferhat Pîrbal û Şêrzad Hesen baş nîşan didin ku divê têkiliya wêjeya soranî û kurmancî bêtir were xurtkirin.

Min ji kek Ogur hêvî dikir ku bila kêzika Kafka û ‘pîrepind’a Şêrzad Hesen bide ber hev, li ser bandora Kafka û Psîkanalîzma Freud û surrealizma kurdî (Îronî nakim bi rastî jî surrealizma kurdî, “Sobarto”ya Helîm Yûsiv delîleke niwaze ye) bisekiniya, hinek li ser bi kar anîn û li hev anîna peyvan û honandina hurgiliyên biçûk ku di jiyana rojane de ji çavan direvin hûr bibûya, li ser zimanê ku hem bi sivikahî, hem bi metaforî û hem jî bi hostetî hatiye rêsandin jî bisekiniya… Lê wisa dixuye ku birêz Şengul Ogur ji ber erdnîgariya ku dijî de rûmeta jinan ku di bin lingan de têne eciqandin gelekî aciz bûye û xwestiye ji ber helwestên wî, hêrsa xwe bi Şêrzad Hesen aş bike. Em ji dil û can tevlî hestên Ogur dibin, lê divê hêja, wekî rexnegirekî hestên xwe tevlî rexneyê nekiribûya, lewra ku pirsgirêk ne pirseke wêjeyî, lê pirseke civaknasî ye.

Dilgeş Dilsoz hem romaniviskarekî serkeftî ye, ku zimanê wî ez jî gelekî diecibînim û hem jî rexnegirekî baldar e, lê mixabin rexneyê ku vê dawiyê li Hesenê Metê kiriye, hinek ji isûl û pîvanên rexnegiriyê dûr e, lewra ku ew jî di nivîsara xwe de berê xwe ji metnê dike û bi ser bingeha kesayetiya lehengê ve diçe, (hêja heke rastî Peçorîna lehengê Lermontovî bihata teqez dê wî darde bikira) lehengê novela Hesenê Metê, li ser avakirina teybetiyên kesayetiya wî, fikr û ramanên wî disekine û ji vê bergehê li berhemê dinêre, halbûkî her nivîskar di afirandina kesayetiya lehengê xwe de azad e dikare her kirasî li lehengê xwe bike, bes bila li gor pîvanên wêjeyî be, karê me ne kiras e, lê rêsandin û honandina kirasê ye, jixwe xweşikî û kirêtiya kirasê jî me qet eleqeder nake. Baş dizanim ku hêja jî wekî birêz Ogur dilsozekî wêjeya kurdiyêye, lê bi a min di vê nêrîna xwe de piçek şaş e.   

Bila birêz Dilsoz li ser xwe negire lê pirsgirêkeke me ya mezin hezkirina kuştinên nirxên me ye, em gelekî ji vê hez dikin, ji kuştina nivîskarê xwe çêjeke ecêb distinîn, çêjeke dînane, lewra ku “nivîskarê herî baş, nivîskarê mirî ye”, ji xwe şikir (!) em tevde ji rehmetiyê Uzun xilas bûn! Ji bo Helîm Yusiv û Hesenê Metê wan jî Xwedê mezin e (!) Çawa be qada romanê dê ji me re bimîne. Bi rastî jî bêbextiyên ku em li nirxên xwe dikin ez heyirî dihêlim, neteweyên ku li Goethe, Puşkin û Shakespeare’ên xwe xwedî derdikevin jî ez heyirî dihêlim, li vir dixwazim tenê gotineke rexnegir û wergêrê hêja Tahsin Yucel bi bîr bînim: ”Her nivîskar xwendevanekî xwe heye.” Hewce nake ku em pênûsa xwe bi mebesta kuştina nivîskaran bi kar bînin; çawa ku hebûna Goethe ji Schiller re nebûbe asteng hebûna nirxên me jî ji tu kesî re nabe asteng. Ji rexneya herî tund re erê, lê ji rexneya kavilkirina kambax re na. Mixabin ne di metihkirinê û ne jî di hicivkirinê de tu balans ji rexneyên me re tune ye, halbûkî ji pênûsê re pîvan û balans divê.  Çend gotinek jî li ser nivîsara Hamid Omerî û bi vê navgîniyê pirsgirêka nûjeniyê (Maşela, pêvajoya ku romana cîhanê bi çend sed salan de karibûye qat bike jixwe me di çend salekî de daqurtandiye, ji klasikên Erebê Şemo, derbasî romantîzma Mehmed Uzun û ji wir jî di derbekî de derbasî pêvajoya modernizmê bûne!  

Havîna borî li Yenikoya Stenbolê, birêz Ali Fikri Işik min neşikand, em hatin ba hev û me sohbeteke dirêj kir. Me nêrînên xwe yên li ser wêjeya kurdî li hev parve dikir, lê bi rastî di hîn mijaran de li hev hatina me gelekî dijwar bû. Mijara me wêjeya kurdî bû, tevî zimanê xwe yê zelal û herikbar hinek rexneyên min li ser “Mirname”ya Jan Dost hebûn, bandora Navê Min Sor e, bandora çîrokên Hezar û Yek Şevê, sistbûna vehênanê, ji hev qutbûyîna têkiliya minor-çîrokan û hwd. Ji vir û ji wir ez hatime ser rexneyekî gelekî tund ku ne li gorî pîvanên teknîkên rexneyê hatibû kirin “Otebês”a Yunus Eroglu.

Min şaşitiya rê û rêbazên vê rexneyê rexne dikir, lê hêja ji ber ku pirtûk nexwendibû bes guhê xwe da min û min jî  “Nameyek Ji Xwedê re” ji bo wî salix da, ji ber ku di vegotina kurdî de ceribandinekî cuda û wêrekane bû. Di navberê de nêzikî heft meh derbas bûbû ku doh ez rastî nivîsên ku li Kulturnameyê derçûbûn hatim, wekî nivîsên din min bi baldarî ew jî xwendin, lê mixabin kêmasiyên ber bi çav xwe eşkere didan xuyakirin. Bi min wisa hat ku, bi lez û beziyekî hatine nivîsandin, serê xwe bi nivîsê pir neêşandine, lewra, bingeha rexneyan ji gelek aliyan ve kêmasiyan dihewîne. Mefhûmeke girîng e ku, metn bi tena serê xwe, me bi tu cihekî ve nabe û jixwe tu metn tune ye ku ji her xalî azad û serbixwe be. Hêja Hamid Omerî wekî ku di beyabanekî de rastî serabekî hatibe daye dû “Otebês”ê û wekî birêz Ali Fikri Işik, di bin çeraxa Eagletonî de metnê di nav termên teknîkî de fetisandiye, lewra divê nivîskar peyvê bike êsîrê xwe, nabe ku ew bixwe bibe êsîrê peyvê. Eagleton bixwe jî di nivîsên xwe de termên teknîkî ew qas bi pîvan û ew qas bi cih bi kar tîne ku, mebesta xwe bi vî awayî xweş zelal dike û nivîsên wî yên zanistî wekî nivîsarekî rojane, bi hêsanî têne xwendin. Bi min wisa hat ku mebesta nivîsan di nav qerebalixa peyvan de winda bûye û çûye. Di nivîsan de kemasiyekî din jî valahiya palpişta berheman û îhmalkirina berhevdayînan e. Mînak ji rexneya “Nameyek Ji Xwedê re” diviya bi Virginia Wolf ve bihata girêdan, ji ber ku referansa romanê “Mrs. Dalloway”a Wolf e, birêz Işik ev nekiriye, daye dû termînolojiya rexne û teknîkê, mixabin em rastî bi ser de çûn û veçirandina teknîka ku bi lêv dike jî nabin, lewma ne palpişta rexneyê û ne jî palpişta berhemê bi tu awayî li ber çavê xwendevanan zelal nabe,  di nav terman de bêhn li metnê diçike. Di esasê xwe de Eroglu xwestiye  teknîk û vegotina Mrs. Dalloway li romana xwe bike; bi peyvên pekiyayî, hevokên şikestî û vegotineke helbestane bi herikîna hiş re bihere û li ser vê bingehê helbesta romanê ava bike. Lê ev terzeke gelek dijwar e, Joyce û Wolf bi deh salan serê xwe bi vê teknîkê êşandine, ev bi tena sere xwe hem bingeheke gelekî xurt û hem jî disîplîneke qehim dixwaze. Eşkereye ku nivîskar vê terzê baş nas dike, lê nas kirin û tecrubekirin tiştên ji hev cuda ne. Nivîskar ji alî disîplînkirina vegotinê ve jî metnê gelek serbest berdaye, metn ji destê nivîskar xilas dibe û bi serxweşiyekî ji xwe re li cokan digere, wekî ku ziman, vegotin, bûyer û herikîna hiş ber bi kêfa xwe ve biçe û xwe li tu disîplînekî negire. Wolf û Joyce ji bo disîplînkirina van elementan emrekî sax li ber xwe dan, divê ev neyên ji bîr kirin. Heke em werin ser “Otebês”ê bi a min jî wekî ku bi rêz Ferzan Şêr angaşt dike pirtûk ne roman e û em gavekî din herin pêş, naşibe cure yên din a wêjeyê jî. Diyar e ku nivîskar kedeke mezin li xebata xwe ya ewil daye, lê “Otebês” xuyaye ku bi telaşekî hatiye nivîsandin. Diviya birêz Hamid Omerî berî ku Otebês rexne bike, berê xwe bidaya “As I Lay Dying” (Li Ber Sekerata, Dışegimde Olurken) a Faulkner’î, lewra ku referansa “Otebês”ê jî rasterast ev roman e, heke em wê veneçirînin em nikarin tişteki bi sihet ji a din derxînin. Hêja, ew qasî qala teknîka vegotinê dike, lê teknîka ku di bingeha xwe de ji flash-back’an, ji aloziya rêzebûyeran, bi hevoksaziya girift pêk tê zelal nake. Teknîka Faulkner ku riîtma ziman li rîtma hiş û rih, li rîtma taybetmendiya bûyeran diguncîne, venaçirine, “As I Lay Dying” a Faulkner’î de bi mirina Addie Bundren, rêwitiyeke ku ji çêwlikê dest pê dike û ber bi goristanekê ve diçe tê hûnandin. Bavê malbatê miriye û her endamekî malbatê bi monologên hundirîn di hişê xwe de bûyeran dihûne. Ev bûyer wekî şaxên darekê giş ji heman gewdeyê dizên, ji xwe taybetmendiya romana ku bi nêrîna piralî hatiye nivîsandin jî ev e, ne ku bûyeran li ser hev siwar bike û berê her yekî bide ber bi aliyekî nepen ve.

Rêwiyên Eroglu, ji bilî şifêr û kurê wî her yek li ber bayên xwe ketine û bes bi tûrên xwe mijûl in, tu têkiliya bûyeran bi hev re tune ye. Roman li ser bingehên wisa belawela nahêtin afirandin, li gor pîvan û dîsîplînan tên afirandin. Heke îdîaya me nivîsandina romanan be divê em girêdayî qeîdeyan bin, lewra her lîstok li gor qeîdeyên xwe tê lîstin. Gava em berê xwe didin romana Faulkner’î em dibînin ku li wir ji rêwîtiyek mewzubehs e, lê ev rêwîtî ji serî heya dawî li ser bingeheke geometrîk ava bûye, di nav geremol û aloziyên hestên rêwiyan de rêwîtiya ku ji çêwlikekê dest pê dike û ber bi goristanê ve diçe, her kesên endamên malbatê çîrokên xwe ji perspektîvên xwe vedibêje, lê her çîrok girêdayî çîroka navendî ye, hemû şax bi heman gewdeyî ve girêdayî ne, lê di vir de nivîskar însiyatîf ji dest berdaye û vegotin bi sergêjiyekî serê xwe li vê kevirî û li wê kevirî dixe û bi rengekî şêtbûyî ji xwe re li cokan digere, hew xuya dike ku vebêje di nav şiloyiya vegotinê de mirar bûye. Berhemên nivîskar di formeke pir rengîn de valahiyeke rihî dihundirîne, mijar, çîrok û jiyîn şaxdamar û rihê romanê ne heke em van ji ber çavan dûr bixin û bala xwe tenê li ser ziman û vegotinê kom bikin û bûyeran wekî aveke serberdayî berdin ku çi bikeve berê, bide ber xwe û rahêje, nabe; lewra qeîde, isûl û nîzama wêjeyê hene, divê vegotin li ser van qeîdayan, li ser geometriya vehênanan bê avakirin û di encamê de kakilê romanan çîrok in, çi biçûk, çi mezin, dibe ku çîrokeke ji serê derziyê biçûktir be jî. Roman bi ziman û vegotina xwe, bi tevn û honandina xwe, bi hemû alav û amûrên xwe, li dor çîrokê teşe digirin; çîrok rih û canê romanê ye. Heke rih û can tune be hûn çiqas  kirasên xweşik lê bikin jî wê berhem hêj di zayîna xwe de mirî bê dinyayê. Di “Ulysses”a Joyce’î de ku hêj li ser dirêncekan, Buck Mulligan bi gwizana destê xwe laqayî Stephen Dedalus dibe, em didine pey çîroka rewşenbîrên îrlandî û ji mikrofona ku di mêjiyê Mr. Bloom’î de hatiye bi cih kirin jiyinên bajarê Dublinê seyr û temaşe dikin, lê ji me kirî Joyce bê mijar û bê çîrok e û her wiha Virginia Wolf jî di Mrs. Dalloway’î de bi çîroka Clarissa Dallowaya xemgîn û Septimus Warren Smitê mîstîk ku her ber bi xwekujiyê ve diçe di nav xirecir û aloziyên dinyayê û di nav mij û xumamên jiyanê de jiyîn û bûyeran pir bi zelalî dixe ber çavan, çîroka Dalloway’î ya ji ber giraniya dem û dewranê betiliye bi dîsîplîneke estetîk vedibêje.  

Mixabin ji me kirî Joyce, Wolf, Faulkner û heya Nabokov jî, bê mijar û bê çîrok in. Serkeftina wan ji ber bê mijariya wan tê, ji ber ku tu doza romanên wan tune ne, romanên wan serkeftî ne. Na! Teqez ev şaşîtiyeke mezin e, lewra kesî di romanên xwe de wekî Faulkner’î li pey doza reşikan neketiye û li ser cihanê tu romanên serkeftî tune ye ku, ne xwedî dozek be. Tirsa min ew e ku em bi van rênîşandayînên şaş berê nivîskarên kurd ber bi daxwaza desthilatdaran ve bidin û wan ji doza kurdîtiyê bi gotineke din ji doza mirovahiyê dûr bixînin, lewra doza kurdîtiyê ne tenê dozeke netewî ye, di bingeha xwe de dozeke mirovahî û gerdûniyê jî, divê em vê rastîyê qet ji ber çavan dûr nexin.   

Di vegotina nûjeniyê de Kawa Nemir û Lokman Ayebe du mînakên balkêş in. Kawa Nemirê ku bi “Çavdêriyên Barbarekî”, ji Kavafîs silavek dişîne, heta ji dest tê heqê nûjeniyê dide, hem jî bi mijarên gundane, naxwe nûjent tenê bi mijarên bajarî nahête tixûbkirin, yanî nûjenî ne girêdayî mijarê, girêdayî vegotinê ye. Nemir di çîrokên xwe de, ji tabletên Sumerî bigire heya çîrokên Nureddîn Zaza xwestiye genetîka vegotina kurdî zeft bike û vegotina xwe di zeviya anglo-saksonî de şîn bîne, bi hewldanekî seyr li pey li hev anîna du çandan ketiye û bi a min serkeftî ye. Hêja hem xwedî bingeheke xurt û hem jî xwedî dîsîplîneke qehîm e. Em dikarin bêjin Lokman Ayebe, di “Jar Lê Sermest” de gwizana Buck Mullingan bi dest xistiyê û daye dû şopa “Ulysses”a Joyce, serpêhatiya kesên ku di hundirê labîrentekê de hatine girtin, bi ziman û vegotinekî mutewazî û nûjen dihûne. Di hundirê xwe de xwedî dîsîplîn û mentiqekê ye. Mixabin em nikarin heman tiştî ji bo “Gava Heyatê” bibêjin.  

Ji hêla din em nûjeniyê nikarin bi çend nivîskarên wekî Joyce, Woolf û Faulknerê pêk hatibe jî bihesibînin. Ew di wêjeya nûjen de bes xelekek in, divê em çavê xwe piçek li Proust, piçek li Nabokov, Musil, Kundera, Eco, Marquez, Salman Ruşdî, Joseph Conrad, Fowles, Gombrowich, Huxley, Fuentes û li Cortazar’an jî bigerînin. Her yek xwedî doz û mijarek in û gelekî jî modern in, lê mixabin ji aliyekî ve gerdûna kaotik a Kafka, ji aliyekî ve jî gerdûna anglo-saksonî, dor li wêjeya kurdî teng kiriye, helbûkî gerdûna wêjeyê gelekî berfireh e, binihêrin Orhan Pamuk, çi sentezekî nuwaze ye, di vegotina xwe de ji Faulknerî bigire, heya Eco, Nabokov, Kundera û heya Hemdi Tanpınar û Oguz Atayî ji rengên gelekî cuda sûde wergirtiye. Bi kurtasî divê em bêhnê li kurdiyê teng nekin û xwendevanan jî ji binî ve tune nehesibînin. biçûkdîtina xwendevên bi tu awayî xweş nayê dîtin. Heke romana kurdî, jixwe di nav hezar pirsgirêkan de digevize, têkiliya xwe ji çend xwendevanên ku hene jî qut bike, wê di riya xwe de bi tena serê xwe bimeşe û romannivîskarên me bê xwendevan pênûsa xwe encax bikaribin wekî alav û amûreke masturbasyonê bi kar bînin. 

Ji alijeki ve jî divê nivîskarên kurd (bi hişmendî nabêjin em û xwe naxime kategoriya romanivîskariya kurdî, lewra bi kurdiya xwe ya lawaz ku hêj li ser çokan dilikume, ne hedê min e ku xwe ji xwendevanekî bêtir bibînim û xwe wekî nivîskarekî kurdî bilêv bikim) ji kompleksan xilas bibin, heke ku bi kurdî binivîsinin, mecbûr in ku ji rê û rêçikên wekî Oguz Atay, Bilge Karasu, Adalet Agaoglu, Hasan Ali Toptaş û ê wekî din veqetin, sûdegirtin erê, lê karîkaturkirin na! Xwezî rexnegirên me dil bidana Hasan Ali Toptaş û Hesenê Metê bidana ber hev, lewra “Labîrenta Cinan” çi qasî nezikî “Şato”ya Kafka be ew qasî jî nêzikî “Bêsi”ya (Golgesizler) Toptaş e jî. Û divê em romana kurdî ew qasî biçûk nebinin, “Sobarto”ya Helîm Yûsiv, “Labîrenta Cinan” a Hesenê Metê, “Ronî mîna evînê, Tarî Mîna Mirinê” ya Mehmed Uzun romanên kult in û tu kemasiya wan ji standardên cihanî tune ne.  Divê em berê xwe bidin romanan, ne karîkatura romanan! 

ilhamisidar@hotmail.com 

***

 

Nivîsên di çarçoveya "Nivîskarên Diyarnameyê Pirtûkên 2011'an Dinirxînin" de hatine weşandin:

- Lokman Polat: Romana Serhildanê “ŞER LI ÇIYA”

- Şengul Ogur: XEWNA ŞÊRZAD HESEN

- Îsmaîl Dîndar: PÊNÛSA MÎNA MISASÊ’

- Çiya Mazî: MIRINA BÊSÎ Û XWESTINA JIYANEK BÊYÎ SIYÊ

- Cemil Oguz: PISTEPIST, AUSLANDER BEG Û DI MORGÊ DE

- H. Kovan Baqî: Kurmikê zimên û çirava wezîfedariyê

- Cihan Roj: LI DÊRÊ, FEQIYÊ TEYRAN, BAHOL

- 2011: Pirtûkên bi kurdî rekor şikand (vaye lîste)

- Nivîskarên Diyarnameyê 'Pirtûkên 2011'an' dinirxînin

 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
NÎQAŞ - Nivîsên Dawî
news
  • 11 09 2013

Ez çi dibêjim, tu çi dibêjî…

news
  • 09 09 2013

Kurtenêrînek ji bo dîroka Komeleya Nivîskaran

news
  • 04 09 2013

Kongreya Netewî ya Kurd careke din hat taloqkirin

news
  • 31 08 2013

Çarenûsa Komeleya Nivîskarên Kurd

news
  • 31 08 2013

Agahdariyek derbarê Konferansa Nivîskaran ya Îzmîrê de

news
  • 30 08 2013

Gelo Komeleya Nivîskarên Kurd tê girtin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Lêkolîn bi dosyaya 'Kurdolojî'yê derket

ad

Gera Helîm Yûsiv a li bakur û notên li ser gerê

ad

Konseya Bilind a Kurd çû Moskovayê

ad

3 nûçeyên derketine pêş

ad

Fîlmmor, Festîvala Kurtefîlman û çalakiyên din ên çandî yên hatine betalkirin

ad

Nûçegîhanekî BBC hat kuştin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname