logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  5. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

5 kurdên ji Başûr çima hatin kuştin?

  • Dîrok: 21/01/2023
  • Beş: Nûçe

Ahmet Kanbal / MA / Mêrdîn

Ji gumanbarên bûyera Mêrdînê ku 5 welatiyên ji başûrê Kurdistanê kuştin, A.K, her çiqas bêje ku wan êrişê pêk aniye jî lê êrişkarê ku tê gotin pê li tetikê kiriye û hatiye tespîtkirin ku li Duhokê li sîteya qurbaniyan dixebite jî îdia dike ku eleqeya wî bi êrişê re nîne. 

Li ser Rêya Hevrîşimê ya di navbera Nisêbînê û Mêrdînê de şeva 19’ê çile li dijî seyareyek welatiyên ji Duhoka başûrê Kurdistanê êrişa çekdarî pêk hatibû û di êrişê de Hindirin Abdullah Salih (39), Wahida Haydar Casim (63), Abdullah Salîh Mustafa (69), Çîmen Şahîn Xalid (75) û Ahmed Celaleddîn Îbrahîm (45) ên hemwelatiyên başûrê Kurdistanê ne hatin kuştin. Derbarê êrişê de lêpirsîn hat destpêkirin û 6 kes têkildarî bûyerê hatin binçavkirin. A.Y. û Z.K. ku îdia kirine eleqeya wan bi bûyerê ve nîne û li qereqola cendirmeyan hatine berdan. Îfadeya 4 kesan jî li qereqolê temam bû û ji bo jêpirsîna li dozgeriyê tê payîn sewqî Edliyeya Mêrdînê bên kirin.

Heta ku têkildarî êrişê ku çima hatiye kirin rewşek ku zelal bûye nîne. Her çiqas Dozgerê Komarê yê Mêrdînê Ekrem Yildiz dibêje ku armanca êrişê “şêlandin e” jî lê heta niha ji bo ev armanca “şêlandinê” piştrast bibe, tu şopek nehatiye bidestxistin. Çawa ku êriş hatiye kirin lê kelûpelên biqîmet ên welatiyan wek pere, zêr, telefon, nehatine birin û her wiha êrişkaran destê xwe nedaye valîzên qurbaniyan jî. Ji ber vê yekê awir diçin ser vê yekê gelo êriş bi armancek din pêk hatiye û ev pirs di serê her kesî de ye. 

AJANSA ME XWE GIHAND ÎFADEYAN 

Ajansa Mezopotamyayê (MA) xwe gihand îfadeyên kesên wek gumanbar hatine binçavkirin û îfadeya wan hatiye girtin. Ji binçavkiriyan tenê kesek qebûl kir ku êrişê pêk anîne û hat diyarkirin ku kesê tê gotin pê li tetikê kiriye îdia kiriye ku eleqeya wan bi êrişê re nîne. 

Li gorî îfadeyên gumanbaran ku MA’yê xwe gihandiyê; O.M., yê ku hatiye binçavkirin di saeta bûyerê de li malê razayî bûye. Serê sibehê saet li derdora 04.00’an bavê wî lê geriyaye û jê re gotiye, “Kurê min cendirme li te digerin. Li ser vê yekê O.M., li cendirmeyan digere û dibêje çima lêgerîna wî heye. O.M., diyar dike ku li ser daxwaza cendirmeyan konime jê re şandine û ew jî çûye cihê cendirme lê bûne û wî kirine binçavan. 

A.Y. ku wek gumanbar hat binçavkirin û paşê hat berdan jî di îfadeya xwe de dibêje ku eleqeya wî bi bûyerê re nîne û wesayîta ku êrişkar lê siwar bûyî bûne aîdî wî ye û beriya niha bi demekê daye birayê xwe û birayê wî jî bi kirê daye hin kesên ku wan nas nake. 

Di dosyeyê de F.A, û A.K., ku wek “gumanbarên esil” hatine binçavkirin jî beyanên wan hev nagirin. Tê gotin şeva bûyerê wesayîtê A.K. bikar aniye û kesê ku tetikê kişandiye û her 5 kesan kuştiye F.A. ye. Li ser vê hat sekinandin.

GOTIYE ‘LASTÎKÊ WE TEQIYAYE’ Û WESAYÎTÊ SEKINANDIN E 

A.K. ê gumanbar di îfadeya xwe de dibêje ku êrişê bi F.A., re pêk aniye û îdia dike ku êriş bş destê F.A. pêk hatiye. A.K., di berdewamiya îfadeya xwe de wiha dibêje: “F.A., got, ‘ez ê deynê te ku li min e bidim te. Tu xwe tev li tiştekî neke. Tenê li ba min be’. Em bi hev re çûn Tesîsa Aydinlarê. Digot ku ew li Iraqê dixebite. Kesên bi wesayîtên luks ji Iraqê tên pereyê wan hene. Ew ê li Tesîsa Aydinlarê bisekinin. Ew ê wesayîtên luks ku tên bişopînin. Dema wesayît ji Tesîsa Aydinlarê vediqetin dê bên şopandin û pereyên li ser kesan hildin û birevin.” A.K., diyar dike ku ew li tesîsê sekinîne û jîpek reş piştî ji tesîsê derketiye şopandine û wiha dibêje, “Li cihekî em nêzî wesayîtê bûn. F.A. camê daxist û ji wan re gotiye ‘lastîkê we teqiyaye’. Li ser vê hişyariyê ew kes sekinînin. F.A. bi demançeya li ser xwe çû ber jîpa reş. Beriya F.A., biçe cem wan kesan, min demançeyê da destê F.A. û wî jî tetikê kişandibû. F.A., ji wesayîtê peya bû û çû ber jîpa reş û deng bi demançeyê ket. Ewilî du caran dengê sîlehan hat min û piştre dengê qêrînê hat.” 

A.K., di îfadeya xwe de aniye ziman ku wî jinan di wesayîtê de nedîtiye û tenê du zilaman dîtiye û di berdewamiya îfadeya xwe de dibêje ku cenazeyê zilamekî kaş kirine ber rê û piştî bûyerê ji wir dûr bûne. A.K., dide zanîn ku tenê çenteyek biçûk û cil ji wê wesayîtê hildane û di çente de jî pere tune bûne. A.K., destnîşan dike ew ewilî çûne Qoserê û piştre jî derbasî Artûklû û Midyadê bûne û ji wir jî derbasî Nisêbînê bûne û vê îdiayê dike: “Armancek min a ku ez ê xelkê bişêlînim, kesan bikujim tune bûye.” 

LI SÎTEYA KU KUŞTÎ LÊ DIJÎN DIXEBITE!

Lê belê tevî îfadeyên A.K. jî F.A., di îfadeya xwe de îdia kiriye ku tu eleqeya wan bi êrişê re nîne. Derketiye holê ku F.A., li sîteya bi navê Avrû City a li Dihokê ku ev qurbanî lê rûdinên dixebite. F.A., aniye ziman ji ber ku şanzimana erebeya wan germ bûye ew çûne Tesîsa Aydinlarê û îdia dike ku wesayîtên çûne tesîsê û ji wir derketine bala wî nekişandiye. F.A., dibêje ew bi wesayîta xwe ewilî çûne Qoserê û piştre jî çûne Artûklû û Midyadê û paşê jî di Avaspî de vegeriyane Nisêbînê û îdia dike ku tu eleqeya wî bi êrişê re nîne. 

Di jêpirsîna ji F.A., de pirsa, “Welatiyên ji Iraqê yên hatine kuştin li bajarê Duhokê li cihê ku hûn lê kar dikin de dimînin, gelo hûn van kesan nas dikin?” hatiye kirin. F.A. jî wiha bersivê daye: “Ez kesên hatine kuştin nas nakim. Ez nizanim kî ne. Ez nizanim li sîteya ez lê dixebitim dimînin an namînin. Li vê sîteyê 4 hezar û 500 daîre hene. Tu eleqeya min bi vê bûyera kuştinê re nîne.” 

 

***

Nûçeya Eleqedar:

- Gelo dixwazin kiryarên bûyera li Mêrdînê veşêrin?

 

 


Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 16 04 2026

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

news
  • 14 04 2026

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

news
  • 12 04 2026

Berendamê YNK'ê Nîzar Amêdî bû Serokomarê Iraqê

news
  • 03 04 2026

Rêveberiya Kobanî: Em vê tayînkirinê qebûl nakin

news
  • 02 04 2026

UNICEF'ê li ser dibistanên Rojava daxuyanî belav kir

news
  • 02 04 2026

Hikumeta Sûrî kayûm şand ser Çelebiyê, gel daket kolanan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

2013: Li Tirkiyeyê fîlmên ku herî zêde hatine temaşekirin

ad

Tîroj 'Nîqaşa ji bo siyaseta kurd 'Formata Îslamî'" dide nîqaşkirin

ad

Senaryoya winda a Stanley Kubrick hat dîtin

ad

Serketiyên Kûpaya Ziraatê diyar bûn

ad

Piştî 30 salan Newrozek li Amedê

ad

Kî got li girtîgehan bi kurdî axaftin serbest e?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname