Diyarname
Didu bi kurdî, yek bi tirkî li ser dengbêjiyê 3 pirtûkên nû derketin. Weşanên Na rêzepirtûkên dengbêjiyê da dest pê kirin û her sê pirtûk di vê çarçoveyê de hatine çapkirin û belavkirin.
“Di Kilamên Şakiro De Îdealîzasyona Jinê”
Pirtûka “Di Kilamên Şakiro De Îdealîzasyona Jinê” ji aliyên Kamuran Demir ve hatiye amade kirin. Pirtûk bi sernavekî balkêş derdikeve pêş. Demîr di pirkûkê de diyar dike ku di klamên ku Şakiro gotine de jin tên wesifandin û îdealîzekirin. Di pirtûkê de li ser vê meseleyê li ser klaman lêkolîn hatiye kirin û îdîayên xwe aniye ziman. Ew van di sê beşên cuda de tîne ziman.
Çav, bejna, por, şar û şemaqiyên wan, timtêl, fistan, karakterên wan, bi van û nîşaneyên bi vî rengî mesele girtiye dest. Her wiha karakterên wan, tevgerên wan çi ne; dengbêjan wan şibandine çi… Di kilaman de ev hîm yek bi yek hatine tespîtkirin û şiroveya wan hatiye kirin.
Demîr her wiha dibêje ku herî zêde jina kurd di nav kilamên kurdî de bedew in.
Jiyan û Berhemên Dengbêj Şakirê Kopê
Pirtûka “Jiyan û Berhemên Min” li ser jiyana dengbêj Şakirê Kopê ye. Di pirtûkê de wî bîranÎnên xwe bi cih kirine. Her wiha klamên wî jî têde cih girtine. Dengbêj Şakirê Kopê çîrok û serpêhatiya klaman jî pêre belav kiriye.
Dengbêj Şakirê Kopê tiştên ku bihîstine jî nivîsîne ku carinan xwendevanan dibe şerê bi Ûrisan re, carinan dibe dewra Surmelî Memed Paşa û Evdalê Zeynikê. Heta niha zêde nayê zanîn ku dengbêj bi xwe pirtûkek li ser jiyana xwe binivîsin, yan jî nivîsandibin ku ev pirtûk di vî warî de xebateke nû ye.
'Ji aliyê sosyolojî ve çanda dengbêjî'
Pirtûka din ku li ser meseleyê hatiye amae kirin bi navê "Sosyolojik Açidan Kurd Kulturunde Dengbêjlik ve Dengbêjlik Gelenegi” (Ji aliyê sosyolojîk ve di çanda kurdî de dengbêjî û kevneşopiya dengbêjî) hatiye weşandin. Pirtûk ji aliyê Cebrail Kaya hatiye amadekirin. Di pirtûkê de sê mijarên bingehîn hene:
1- Ji aliye têgehê ve di nav çanda kurdan de dengbêjî
2- Ji aliye civakî ve çanda gotinê û çîrokbêjiyê
3- Ji aliye civakî ve di nav çanda kurdan de dengbêjî û kevneşopiya dengbêjiyê.
Pirtûk bi van gotinan dest pê dike“Ziman digere, dev dibêje.” Nivîskar dibêje ku di çanda kurda de yê li peycê hikum dikin dengbêj in û van lê zêde dike: "Dengbêj tenê navêje diafirîne jî. Ew xwedayê deng û gotinê ne. Dengbêj çavkaniya muzîka kurdî ne. Kilamên xwe yên dirêj bi awayekî xwezayî dixwînin. Di dengbêjiyê de tiştê herî muhîm çîrokbêjî ye. Dengbêjî ji bo çanda devkî bijî, bê belavkirin û parvekirin formeke bi hêz e. Kevneşopiya Dengbêjiyê heya çerîka dawiya sedsala derbasbuyê jî qodên çanda kurdan di nava xwe de hewandiye. Hişêkî kolektîf afirandiya û manewiyata xelkê kurd parastiye."


