Diyarname
Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Bedran Çiya Kurd û nûnerên Rêveberiya Xweser ê li Ewropayê Ebdulkerîm Omer duh bi endamê parlamentoya Avûstûryayê Harald Troch, endamê parlamentoya herêmî Cebir Haco û nûnerên Partiya Sosyalîst a Demokratîk re li avahiya parlamentoyê civiyan.
Li gor nûçeya ANHA'yê şandeyê bi parlamenterên Avusturyayê re rewşa giştî ya li Sûriye, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybet astengiyên siyasî, aborî û mirovî yên li hember Rêveberiya Xweser, dosyaya çeteyên DAIŞ′ê yên di girtîgeh û kampan de nîqaş kirin.
Şandeyê ji Avûstûryayê xwest ku piştgiriya siyasî û aborî bide Rêveberiya Xweser.
Li gor nûçeyê parlamenterên Avûstûryayê spasiya fedakariyên gelê kurd û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li dijî terorê kiriye û gotiye ku ew rewşê ji nêz ve dişopînin û hewl didin têkildarî mijarên navborî hevkariyê bikin û têkiliyan bi Rêveberiya Xweser re bi pêş bixin.


