Diyarname
Di meha Remezanê de li Stenbolê zêdetir pîde tê çêkirin û firotin. Serokê Federasyona Firinkaran Halil İbrahîm Balci çend roj berê eşkere kiribû ku dê buhaya pîdeya 300 gramî bi 10 TL'yî be. Îro jî Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu buhayê pîdeya ku dê saziya wan ÎHE (Nanê Gel ê Stenbolê) belav bike eşkere kir: 5 TL.
Bi vî awayî awayî eşkere bû ku li firnan buhaya pîdeya 300 gramî dê bi 10 TL'yî lê ÎHE bi heman gramî pîneyê bi 5 TL'yan bifroşe.
Li Tirkyeyê roja 23'yê adarê meha Remezanê dest pê dike û herçî misilman dê mehek rojî bigirin.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Federasyona Firinkaran buhayê pîdeyê eşkere kir


