Diyarname
Ji bo hilbijartina 14'ê gulana 2023'yan xebatên partiyan didomin. Di vê çarçoveyê de Partiya Kesk a Çep jî xebatên xwe didomîne, lê niha rastî êrîşê hatiye.
ÊVarê kes an kesên nasname nediyar êrîşê ofîsên hilbijartinê yên partiyê yên li Îzmîr û Enqereyê kirine.
Li Menemena Îzmîra êrîşkaran êrîş kirine û ew êrîş jî bi ser hesabên xwe yên tora civakî de belav kirine. Rêveberên partiyê dê dozê vekin.
Li Enqereyê jî li taxa Huseyîngazî ya Mamakê êrîşê ofîsa Partiya Çep a Kesk kirine. Di êrîşê de alên partiyê hatine daxistin û ala Tirkiyeyê daliqandine.


