Diyarname
Festîvala Fîlmên Jinan a Navneteweyî Uçan Supurge xelatên ku îsal dê bide diyar kirin.
Festîvala Uçan Supurge ji bo derxistina pêş a fîlmên jinan, nîşandayîna wan, rê li ber vekirina sînemagerên jin ên nû her sal lidar dikeve. Festîval îsal dê 26'emîn car di navbera rojên 31'ê gulanê û 7'ê pûşperê de li dar bikeve. Festîvalê niha kesên dê xelata bike eşkere kirin: Li gor vê dê Xelata Rûmetê bidin lîstikvan Tilbe Saran, Xelata Serketinê ya Bilge Olgaç dê bidin lîstikvan Asiye Dinçsoy, derhêner-senarîst Belmin Soylemez û vesazkar Selda Taşkin, Xelata Cehdûya Ciwan jî dê bidin lîstikvan Oykusu Ozyurek.


