Diyarname
Serokê Giştî yê Huda-Parê Zekeriya Yapicioglu çû Hewlêrê û ligel Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî hevdîtin pêk anî.
Huda-Par ligel AKP û MHP'ê di nav Îtîfaka Komarê de ye. Yapicioglu bi xwe jî ji lîsteya AKP'ê ji Stenbolê berendamê mebûsiyê ye. Yapicioglu çû Hewlêrê û îro Barzanî li Selahedîna girêdayî Hewlêrê ew pêşwazî kir.
Ajansa nêzî Huda-Parê gotiye ku di hevdîtinê de li ser rewşa siyasî ya Tirkiye û Iraqê axivî ne û li hev kirine ku Huda-Par û PDK têkiliyên xwe xurtir bikin.


