HEWLÊR
Nêçîrvan Barzaniyê careke din dibe Serokwezîr û endamên desteya wezîran a hikumeta wî jî amade ne.
Serokê Herêma Federal ya Kurdistanê ji bo avakirina hikumeteke nû peywir dabû Nêçîrvan Barzanî. Barzanî hikumet amade kir. Di nav desteya wezîran de dê ji PDK’ê 9, ji YNK’ê 6, serbixweyan 2, Tirkmen 1, Xirîstiyan 1 û dê wezîrekî komînîst hebe.
Parlementoya Kurdistanê ji 111 parlementeran pêk tê. Di hilbijartina 2009’an de tu partiyan piraniya dengan bi dest nexist. Li ser vê yekê PDK’ê û YNK’ê koalîsyon pêkanî û hikumet avakirin. Li gorî protokolê PDK’ê û YNK’ê li hevkirin ku bi dorvegerî du sal carekê partiyek hikumetê ava bike û serokwezîr jî ji wê partiyê be.
Piştî du salên serokwezîriya Dr. Berham Salih, niha Nêçîrvan Barzanî dê bibe serokwezîr.
Li gor nûçeya ANF'ê hikumeta nû ji van kesan pêk tê:
Nêçîrvan Barzanî- Serokwezîr (PDK)
Kerîm Sincarî- Wezîrê Navxweyî (PDK)
Cafer Mistefa – Wezîrê Pêşmergeyan (YNK)
Bayîz Seîd – Wezîrê Aboriyê (YNK)
Dr. Aştî Hewramî – Wezîra Petrolê (PDK)
Şîrwan Heyderî – Wezîrê Dadê (PDK)
Dr. Elî Sindî – Wezîrê Plandanînê (PDK)
Dr. Rêkewt Heme Reşîd – Wezîrê Tenduristî (YNK)
Dr. Îsmet Mihammed Xalid – Wezîrê Perwerdehiyê (PDK)
Dr. Elî Seîd – Wezîrê Perwerdeya Bilind (PDK)
Kamûran Ehmed – Wezîrê Avadanî û Niştecihbûnê (YNK)
Dilşad Şahab – Wezîrê Tûrîzmê (PDK)
Asos Necîb – Wezîra Civakî (YNK)
Kawa Mehmûd – Wezîrê Ciwan û Çandê (Partiya Komînîst)
Sebah Ehmed – Wezîrê Şehîd û Enfalkiriyan (YNK)
Sîrwan Baban – Wezîrê Çandiniyê (Serbixwe)
Sînan Çelebî – Wezîrê Çandinî û Bazirganiyê (Tirkmen)
Johnson Siyavuş – Wezîrê Ragihandinê (Xirîstiyan)
Kemal Elî Ezîz – Wezîrê Olî (Serbixwe)
Yasîn Ebûbekir – Wezîrê Ceyranê (PDK)


