Diyarname
Sinematek/Sinema Evi ya Şaredariya Kadikoyê 2'yemin "Rojên Sînematekê, Hevdîtinên Sektorê" dide dest pê kirin. Ev çalakî 2'ê mehê dest pê dike û heta 4'ê mehê didome.
Di vê çarçoveyê de panel, gotûbêj û xebatên atolyeyê têne sazkirin.
Armanca xebatê ew e ku kesên di nav sektora sînemayê de bi awayekî çalak dixebebitin yan jî yên dixwazin bikevin nava sektorê wan bîne ba hev û kar û xebatên wan, pirsgirêk û pêşniyarên wan bide nîqaşkirin. Li gor bernameyê ji serdema afirandina fikra senaryoyê heta dîtina fonê, ji hilbijartina derhêner û lîstikvanan heta belavkirina fîlm, stratejiyên belavkirinê mijarên cur bi cur dê bêne axivîn.
Li Salona Çalakiyan a Koşkê, Odeya Civînê ya Avahiya Bicam û li Salona Sînemayê ya Onat Kutlar ku ev hemû di avahiya Sinematek/Sinema Evi de dê ji bo çalakiyan mazûvanî bikin.
Di navbera 10.00 - 18,00'an de 3 rojan dê 8 danişîn çêbibin, xebateke atolyeyê û gotûbêjek li dar bikeve.


