Hewlêr
Li Hewlêrê ji bo Roja Cîhanî ya Jîngehê pêşangehek wêneyan a li ser xweza û jîngeha Kurdistanê hat vekirin.
Pêşangeh li Hola Navenda Bala ya Hewlêrê ji aliyê rêxistina Şawêr û bi hevkariya Desteya Parastina Jîngehê ve hate vekirin. Di pêşangeh^ğe de wêneyên hunermend Rezwan Qadir cih girtin.
Di pêşangehê de 35 tablyoyên taybet bi jîngeha Kurdistanê hatin nîşandan. Di tabloyan de îşaret bi parastina jîngeha Kurdistanê hatine dayîn.
'CIWANIYA JÎNGEHA KURDISTANÊ XIRA NEKIN'
Hunermend Rezwan Qadir di derbarê vekirina pêşangehê de ji bo Rojnewsê wisa axiviye: “Me bi boneya roja cîhanî ya jîngehê ev pêşangeh vekir. 20 toblo bi rengê zeytê û 15 tablo jî bi rengê avî hatine xêzkirin. Tabloyên min li ser her çar demsalên jîngeha Herêma Kurdistanê ne. Ez dixwazim bi rêya van tabloyan ji welatiyan re bêjim ku ciwaniya jîngeha Kurdistanê xira nekin, wekî birîna daran û qirêjkirina kaniyên avê. Armanca min a vekirina vê pêşangehê parastina jîngeha Kurdistanê ye. Divê em ne tenê rojek bikin ya jîngehê, divê hemû rojên me ji bo jîngehê bin. Ji ber ku mirov sedemê têkdana jîngehê ne.”
'BIBIN JÎNGEHPARÊZ'
Di dawiyê de jî Rezwan Qadir bang li welatiyan kir ku her kes ji aliyê xwe ve bibe jîngehparêz û jîngeha Kurdistanê biparêzin.

Hunermend Rezwan Qadir dibêje, " Ez dixwazim bi rêya van tabloyan ji welatiyan re bêjim ku ciwaniya jîngeha Kurdistanê xira nekin"


