Cemil Oguz
Rojên Belgefîlman a Stenbolê Documentarist carek din tê. Di nav bernameyê de hin belgefîlmên bi kurdî jî hene.
Documentarist îsal di navbera 10-15'ê mehê de li dar dikeve. Bername hate eşkere kirin. Ji Tirkiyeyê û ji welatên din ên dinyayê bi dehan belgefîlm li Stenbolê dibin mêvan.
BELGEFÎLMÊN JI WELATÊN BALTIK
Documentarist îsal bi diruşma "Meşa Belgefîlmên Helbestî" li dar dikeve. Îsal ji welatên Baltik belgefîlmên ji salên 1960'î û vir ve hatine kişandin dibin mêvanên Documentaristê. Ji Lîtvanya, Estonya û Letonyayê wekî guldesteyeke ji belgefîlmên hatine neqadin dê bêne nîşandayîn. Derhênerê navdar ê ji Litvanyayê Audrius Stony di vê çarçoveyê de dê derseke sînemayê jî pêşkêş bike. Ligel wî ji Hollandayê belgefîlmkar Petra Lataster-Czisch û Peter Lataster wekî mêvanên rûmetê dê werin û 3 belgefîlmên wan jî dê bêne nîşandayîn. Dîsa Somnur Vardar jî wekî mêvana rûmetê bi belgefîlmê xwe yê xelatgirtî "Boşlukta" li festîvalê ye.
BELGEFÎLMÊ LI SER ULYSSES
Di nav bernameyê de hin belgefîlmên kurdî jî hene. Yek ji wan "Wergerandina Ulyssesê" ye ku Aylin Kuryel û Firat Yucel kişandiye. Di çarçoveya 100'emîn salvegera weşandina pirtûka James Joyce "Ulysses"ê de belgefîlm hatiye amade kirin. Helbestvan û wergêr Kawa Nemir pirtûka Joyce "Ulysses" ji bo kurdî wergerandibû û ji Weşanên Avestayê derketibû. Niha her du derhêneran bi ser Kawa Nemir û "Ulysses"ê re berê kamerayê daye meseleyê.
Belgefîlmê 70 deqîqeyî bi kurdî, tirkî, felemenî û îngilîzî ye. Kawa Nemir ku heta niha gelek klasîkên dinyayê wergerandine kurdî piştî ku li Amsterdamê bi cih bû wergera xwe ya Ulyssesê li wir temam kir. Her du derhêner jî li ser meseleyê sekinîne.
Belgefîlm 11'ê mehê saet 19'an de li Metrohan, 12'yê mehê saet 19'an de jî li Cadde Bostan Kultur Merkezî tê nîşandayîn.
DENGÊ RADYOYA REWANÊ
Belgefîlmekî din ê bi kurdî "Dengê Radyoya Rewanê li ku ye?" ye. Mustafa Orman dişandiye. Belgefîlmê 48 deqîqeyî bi kurdî û tirkî ye. Di belgefîlm de derhêner berê kamerayê dide kesên guh dane Radyoya Rewanê. Ew zarokên wê demê ku bi dengê vê radyoyê mezin bûne niha êdî extiyar in.
Belgefîlm bi bîranînên wê demê, kêf û hezkirin, anîna cem hev a vê civatê, temaşevanan dibe serdemeke ku kurd bi xweşî bibîr tînin.
Belgefîlm 10'ê mehê saet 17'an de li Aynali Geçitê tê nîşandayîn.
'BOŞLUKTA'
"Boşlukta" belgefîlmê derhêner Somnur Vardar e. Belgefîlmî îsal ji Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê û ji Siyadê Xelata Belgefîlmê Serketî girtibû. Belgefîlmê bi kurdî û tirkî yê 67 deqîqeyî berê xwe dide çîroka mamosteyekî ji Mêrdînê yê bi navê Ferhat û pisxaltiyê wî Emrah. Ew ligel ku bûne mamoste jî tayîna wan nehatiye kirin û ew mecbûr mane di karên înşaetê de bixebitin. Piştî bav û kalên wan, ew nifşê sêyem in di vî warî de kar dikin. Belgefîlm dikeve nava jiyana wan û kêliyê zehmet pêşkêş dike. Belgefîlm 10'ê mehê saet 19'an de li Metrohan, 14'ê mehê heman asetê li Cadde Bostan K. Merkezî tê nîşandayîn.

LI SER HESKÎFÊ
Derhêner Fettullah Çelik bi navê "Herkes Topraga Gomulur, Ben Suya" berê temaşevanan dide Heskîfê ku di bin Bendava Ilisu de hat noqavkirin. Belgefîlmê 73 deqîqeyî bi kurdî û tirkî ye.
Belgefîlm 14'ê mehê saet 19'an de li Aynali Geçîtê tê nîşandayîn.
"KOÇER
Belgefîlmê "Koçer" ji aliyê Selim Alan ve hatiye kişandin. Belgefîlmê bi kurdî yê 62 deqîqeyî berê temaşevanan dide koçerên kurd.
Belgefîlm 15'ê mehê saet 19'an de li Aynali Geçîtê tê nîşandayîn.
"REC"
"Rec" ji aliyê Rêzan Mîr Ugurlu ve hatiye kişandin. Belgefîlmê 7 deqîqeyî berê temaşevanan dide gundek li qeraxa avê ku xwedî keriyek mezin e. Koma ku kamerayê bikar tîne ji bo kişandina belgefîlm diçe qeraxê, lê ji bo demek ji kamerayê dûr dikeve; dema vedigerin mêvanên wan ên nû hene.
Belgefîlm 11'ê mehê saet 19'an de li Aynali Geçitê tê nîşandayîn.
ÇALAKIYÊN DOCUMENTARISTÊ
Ji bilî nîşandayîna belgefîlman hin çalakiyên li ser sînemayê jî hene. Atolyeya dersa sînemayê ya Audrus Stonys, foruma li ser Bajar, Ked û Afatê, panela Keda di belgefîlman de nayê dîtin hin ji wan in.
Belgefîlm îsal li Institut Français, Metrohan, Aynali Geçit, Cadde Bostan Kultur Merkezi û Muze Gazhayê tênê nîşandayîn.
**
Nûçeya Eleqedar:
-Documentarist li benda belgefîlman e
**
- Youtube: http://youtube.com/diyarnamediyarname…- Malper: http://diyarname.com
- Twitter: https://twitter.com/diyarname1
- Facebook: http://facebook.com/diyarname
- Mail: diyarname@diyarname.com
**
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


