Diyarname
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE) îro biryareke nû belav kir: Heta meha rezberê Selahattin Demirtaş neyê berdan emê gavên nû biavêjin.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Komîteya KE'yê berê bang li Tirkiyeyê kiribûn ku bila di kêliyek zûtir de siyasetmedar û serokê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş bê berdan. Lê heta dadgehên Tirkiyeyê Demirtaş berneda.
Komîteya Wezîran a KE'yê di navbera 5-7'ê mehê de li hev civiya û îro encamname eşkere kir. Komîteyê rexne li Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê kiriye ku heta niha di vî warî de çima biryar nedaye. Parêzerê Demirtaş ê bi navê Mahsuni Karaman bi ser hesabê xwe yê tora civakî re got, "Heta meha rezberê Demirtaş neyê berdan dê Komîte li ser gavên din ku bêne avêtin nîqaşê bike."
Karaman gotiye ku Komîteyê xwestiye ku Yuksekdag jî di vê di cih de bê berdan.
HDP'ê jî bi ser hesabê xwe yê twitterê re ev peyam belav kir û banga "siyaseta dîlgirtinê biterikînin û hevalên me serbest berdin" belav kir.


