Diyarname
Vê sibê Hevşaredarên Panosa Agiriyê yên HDP'yî Muşerref Geçer û Emrah Kiliç hatin binçavkirin. Li aliyê din Midûrê Têkiliyên Mirovî yê Şaredariyê Ugur Laçin jî li Stenbolê hat binçavkirin. Kes nizane ji ber kîjan sedemî hatine binçavkirin.
Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê bi kayûman dest danîbû ser şaredariyên di destê HDP'ê de. Tenê Panos û çend şaredariyên biçûk di destê HDP'ê de mabûn.
***
Hevşaredar Geçer û Kiliç 12'yê mehê bi îdîya "di îhaleyê de karên ne li rê hatiye kirin" hatin girtin û ew şandin girtîgehê (ev agahî roja girtina wan li vê nûçeyê hatiye zêdekirin)


