Diyarname
CHP'ê ji bo di hilbijartina de pêşberendam bikirabin xebatên xwe bi zimanê ji bilî tirkî bikin û nivîsên bikaribin bikar bînin pêşniyarnameyeke da meclisê ku xwest Zagona Partiyên Siyasî bê guhartin. Li gor Zagona Partiyên Siyasî (Xala 43'yan) di hilbijartinan de pêşberendam û berendam ji bilî zimanê tirkî bi tu zimanî nikarin propagandayê bikin û bi zimanek din pankartan vekin.
Wekîlê Serokê Koma CHP'e Muharrem Înce û Akîf Hamzaçebî pêşniyarname da Serokatiya Meclisa Tirkiyeyê ya Mezin.


