Diyarname
Di kongreya îro ya Amed Sporê de karsaz Aziz Elaldi ji bo Serokatiya Klûbê hat hilbijartin. Elaldi piştî hilbijartinê axaftina sipasiyê kir. Elladi got, "Ev Lîga 2'yemîn ku ez wekî 'lîga xopan' bi nav dikim, em êdî ji vê lîgê derkevin. Em derbasî lîgek jortir bibin."
Va ne hin gotinên Elladi:
- Di sala 2008-09'an de ez Berpirsê Beşa Fûtbolê bûm di vê klûbê de. Ji wê demê ve min piştgiriya xwe da klûbê. Niha ji bo vê bilindtir bikin, me lîsteyeke hevpar saz kir. Baweriya min bi vê lîsteyê heye
'EM BI LEZ JI VÊ LÎGÊ DERÊM'
- Ev lîste tenê listeya dixuye ye, ligel vê di serî de Serokê DTSO'yê Mehmet Kaya û hevalên din ên saziyên sivîl li cem me ne. Gelek kesên niha ez nikarim navan yek bi yek bijmêrim, dîsa alîgirên me hene ku em ji vê lîga 2'yemîn, ji lîga xopan em dixwazin derkevin. Armanca me ew e em bi lez ji vê lîgê derên.
'EM PIŞTGIRIYA WE HÎS BIKIN'
- Amed tîma helwestê ye, tîma mîlyonan e. Em li derve vê baş dibînin. Ji alîgirên mezin ên Amed Sporê daxwaza min heye, em trîbûnê tije bikin, em nekevin nava polemîkan. Em vê yekîtiyê li holê nehêlin. Ev yekîtî ligel we çêdibe, dema em piştgiriya we hîs bikin, piştgiriya gel hîs bikin emê hê zêdetir bi xwe bawer xwedî li vî tîmî derkevin. Em her li benda piştgiriya we ne.
'EMÊ BINESAZÎ ÇÊBIKIN'
- Emê nasnameyeke sazibûnê li vê klûbê zêde bikin. Sportîf dîrektor me çêkir, dest bi kar kir. Teknîk dîrektor dest bi kar kir, ez serketinê bo wan dixwazin.
Em bi nazikî dixwazin transferê çêbikin. Em dest didin kîjan lîstikvanî roja dû re buhayê wî derdixin du qatî. Di tora civakî de hinek din bi baldar tevbigerin.
'BI ŞAMPIYONÎ DIXWAZIM BIBIM MALNIŞÎN'
- Ez li vî bajarî hatim dinê, vî bajarî mezin bûm, li vir min pere kar kir, pere qezenc kir, ez dixwazim deynê xwe yê manewî bidim Amed Sporê. Min dixwest îsal malnişîn bibim, li mal pirtûkan bixwînim, fîlman temaşe bikim, lê niha em ketin bin bar, înşela emê îsal bibin şampiyon û bi vî awayî ezê bibim malnişîn.
'EMÊ PÊŞÎ LI ÊRÎŞAN BIGIRIN'
- Em dixwazin ligel her kesî têkilî deynin û serketina xwe saz bikin. Emê pêşî li êrîşê li hemberî tîma me çêdibin bigirin. Li her bajarî hevalên me yên karsaz hene. Ligel wan emê têkilî deynin. Emê li her bajarî derdê xwe bînin ziman, bêyî em dest ji nasnameya xwe berdin em alîgirê diyalogê ne.
Em kongreyeke dîrokî saz dikin. Ji beşdariyê jî ev diyar e. Ez sipasiya her kesî dikim. Sipasiya ji bo çapemeniyê dikim, çapemenî ji bo me girîng e. sipasiya wan jî dikim.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Kongreya Amed Sporê li dar ket, rêveberiyeke nû hat hilbijartin


