Diyarname
Çend roj berê me nivîsandibû ku helbestvan Ehmed Huseynî bi nexweşiyê ketiye, niha agahiyên nû hatin.
Helbestvan Ehmed Huseyîn piştî diyar dibe girêkek di sîngê wî de heye ji bo dermankirinê diçe Stockholma Swêdê. Doktorên wî piştî gelek tehlîlan roja 19'ê vê mehê li hev civiyane û biryara dermankirina bi kemoterapiyê dane.
Ehmed Huseynî ji bo Arta FM'ê dibêje, dê her carê 21 roj, bi temamî 4 caran vê kemoterapiyê bidomînin ku armanc ew e vê nexweşiyê bidin rawestandin.
Li gor agahiya doktoran di pişikê de qansêr heye û xwe bera hestiyê piştê ji daye, loma jî dixwazin pêşî bi vê dermankirinê vê nexweşiyê bidin rawestandin.
Huseynî wisa dibêje, "Doktoran gotiye organên te yên laş wekî kezeb, mîde, gurçik hemû baş dixebitin, loma jî hêviya heye ku dermankirin baş derbas bibe."
Li ser rewşa xwe ya niha Huseynî wisa dibêje, "Ji aliyê moral ve hezkirina mirovan moraleke pir baş da min. Alî din, ew çîroka mirin û jiyan û xirecirê, ez vê baş fêm dikim; vê jî alîkariyeke baş bi min re çêkiriye ku ez bikaribim dan û standineke xweşik bi vê nexweşiyê re çêbikim û di vê çarçoveyê de bikaribim xwe ragirim, moralê xwe baş bikim, laşê xwe xurt bikim. Herhal rewş niha baş e, lê sibê dê çi bibe ew di destê hinekên din deye."
Li bendê ne ku vê 27'ê mehê doktor biryara destpêkirina kemoterapiyê bidin.
**
Nûçeya Eleqedar:
-Helbestvan Ehmed Huseynî tê dermankirin


