Diyarname
Vê hefteyê 9 fîlmên me hene ku ketine vîzyonê. Ji van 2 heb anîmasyon in. Û tenê didu fîlmên tirkî ne. Ji nav fîlman em fîlmê "Zarokên Hinên Din" derdixin pêş.
Fîlmê derhêner Rebecca Zlotowski ê bi navê "Other People’s Children" (Zarokên Hinên Din) ji nav fîlmên vê hefteyê derdikeve pêş. Fîlmê ku li Festîvala Fîlman a Venedîkê derketiye pêşberî temaşevanan bi navê "Başkalarinin Çocuklari" li Tirkiyeyê xistine vîzyonê. Di fîlm de Virginie Efira, Roschdy Zem, Chiara Mastroianni û Callie Ferreira Gonçalves dilîzin.
Rachel, jinek 40 salî ye û zarokên wê tune ne. Li lîseya ku lê dixebite, ligel xwendekarên xwe, hevalên xwe, hezkiriyê xwe yê berê û ligel dersên gîtarê kêfa wê li cih e.
Dema evîndarê Alî dibe, pêre bi keça wî Leyla ve jî tê girêdan. Leylayê dibe ser nivînan, pêre eleqedar dibe, wekî zaroka wê bi xwe be jê hez dike, lê hezkirina ji zarokên xelkê her bi talûke ye. Derhêner temaşevanan dixe dû çîroka jinek bê zarok û wan dixe nava hestên cuda.
Va ne hemû fîlmên vê hefteyê:
- Meg 2: The Trench / Derhêner Ben Wheatley
- See You on Venus / Derhêner Joaquin LIamas
- Beyt El Ruby / Derhêner Miter Mimi
- Old Man / Derhêner Lucky Mckee
- Other People’s Children / Derhêner Rebecca Zlootowski
- Teenage Mutant Ninja Turtles: Mutant Mayhem / Derhêner Jeff Rowe / Anîmasyon
- The Awakening of the Mini World / Derhêner Xuhui Xing / anîmasyon
- Mir: Anka / Derhêner Ekrem Duzgunoglu
- Înadiyla Şampiyon / Derhêner Bedran Guzel


