Diyarname
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) û Komeleya Wêjekarên Kurd bi hev re xebatek li dar dixin. Xebata ku her du komeleyan bi navê "Kargeha Nivîskariya Afirîner" daye ber xwe zimanê wê kurmancî ye; yên bixwazin dikarin navên xwe qeyd bikin.
Di daxuyariya hatiye belavkirin de wisa hatiye gotin, "Kargeha Nivîskariya Afirîner, ji hewldana hînkirina nivîskariyê zêdetir, ji kartêkerî û veguuherkariya wêjeyê dide ser rê û di xebat û çalakiyên xwe de li ser perspektîfeke berfireh û hişfireh, konteksta neteweyî li xwe dike armanc."
Komeleyan gotiye ku di vê çarçoveyê de ev xebat bîra ferdî û kolektîf wekî zemîna sereke qebûl dike û wisa gotiye, "Li ser dîtina 'her afiranek wêjeyî di heman demê de, nexş û motîfeke bîr û hafizeya neteweyî ye' dixwaze qadeke taybet ji bo 'bîra çandî' peyde bike."
Di kargehê de dê Dilawer Zeraq, Şêxo Filîk, Yildiz Çakar, Lal Laleş, Sîdar Jîr û Omer Dilsoz dersê bidin.
Yên bixwazin heta 21'ê rezberê dikarin navên xew qeyd bikin. Kargeh 23'yê mehê dest pê dike û 6 hefteyan didome.
Ji bo yên bixwazin serî lê bidin, forma serîlêdanê ev e:
KARGEHA ME YA NIVÎSKARIYA AFIRÎNER


