Diyarname
Serdema borî di Lîga Şampiyonan de Manchester City (MC) bi ser ketibû. UEFA'yê serketiyên serdema borî îro di dema pîşkeya ji bo îsal de diyar kirin.
BEŞA MÊRAN
Di beşa fûtbola mêran de ji MC'yê Teknîk Dîrektor Pep Guardiola wekî teknîk dîrektorê herî serketî hat hilbijartin. Lîstikvanê MC'yê Erling Haaland jî lîstikvanê herî serketî hat hilbijartin.
MC par di Lîga Şampiyonan de bûbû şampiyon. Her wiha di Premier Lîgê de jî kûpa girtibû. MC'yê îsal Super Kûpaya UEFA'yê jî girt.
BEŞA JINAN
Di beşa jinan de jî teknîk dîrektora Tîma Neteweyî ya Îngilistanê Sarina Wiegman wekî teknîk dîrektora herî serketî hat hilbijartin. Wiegman par Tîma Neteweyî ya Îngilistanê kiribû Şampiyonê Ewropayê, îsal jî di kûpaya dinyayê de tîm kiribû duyemîn.
Lîstikvan Aitana Bonmati ku li Barselonayê dilîze wekî lîstikvana herî serketî hat hilbijartin. Aitana bi tîma xwe bûbû Şampiyona Lîga Şampiyonan a Jinan a UEFA'yê, di Lîga Spanayê de bûbû şampiyon û her wiha îsal bi Tîma Neteweyî ya Spanyayê Kûpaya Dinyayê girtibû.


