Diyarname
Belgefîlmê derhêner Nejla Demirci ê bi navê "Kanun Hukmu" (Hukmê Zagonê) ji bo beşa Pêşbaziya Belgefîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê hatibû hilbijartin. Lê belgefîlm ji pêşbaziyê hat derxistin. Gelek bertek hatin nîşandayîn. Va ne hemû agahî:
Mijar: Doktor û mamosteyek
Mijara belgefîlm li ser du karmendan e ku her du jî bi "KHK"ê (Biryarnameya di Hukma Zagonê de) ji kar hatine dûrxistin. Doktor Yasemin Demirci û mamoste Engin Karataş du karmend bûn ku ji kar hatine derxistin. Belgefîlm têkoşîna wan a zagonî derdixe pêş temaşevanan. Derhêneriya belgefîlm Nejla Demirci kiriye.
AYM'ê Serbest kiribû
Di dema kişandina belgefîlm de, kişandina wê hat qedexekirin. Derhêner serî li AYM'ê (Dadgeha Zagona Bingehîn) da û AYM'ê di çarçoveya azadiya ramanê, zanist û azadiya hunerê de rê li ber kişandinê vekir û ji ber zirara dîtiye tazmînat da derhêner û sazkaran.
Îdîaya Porteqala Zêrîn: Darizandin didome loma
Piştî belgefîlm temam bû ji bo festîvalan hat şandin. Yek ji cihên şandine jî 60'emîn Festîvala Porteqala Zêrîn e. Festîvalê ji bo Pêşbaziya Neteweyî ya Belgefîlman ev belgefîlm jî qebûl kir, lê duh festîvalê ev ji bernameyê derxist. Derhênerê Festîvalê Ahmet Boyacioglu bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku dema darizandinê didome û heta ev darizandin bi dawî bibe wan ji nav bernameyê derxistiye. Boyacioglu got, "Ji kesên nav belgefîlmî der barê kesek hê darizandin didome. Ji bo bandor li darizandinê neke û em bê alî bin ev belgefîlm îsal ji nav bernameyê hatiye derxistin. Piştî darizandin bi dawî bibe belgefîlm dê li Antalyayê bê nîşandayîn."
Derhêner: Ev li hemberî sînemaya belgefîlmkarî derbe ye
Derhêner Nejla Demirci bi ser hesabê xwe re bi nivîskî bersiva festîvalê da. Demirci qala darizandina ku hatibû kirin kiriye, diyar kiriye ku wan ji AYM'ê tazmînak jî girtiye û diyar kiriye ku ev kar ne karê Festîvala Porteqala Zêrîn e ku karê wê nîşandayîna xebatên sînemayê ye. Demirci wisa got, "Sedema ji festîvalê derxistina belgefîlmî ne rast e, xapandin e. Bandora li dadgehê li cem desthilatdarî bi têra xwe heye. Tekane armanca fîlman agahdarkirina raya giştî ye. Ev derhiqûqiya ku niha derketiye holê raste rast sansur e û muxatabê wê civaka Tirkiyeyê ye. Civaka Tirkiyeyê ku hiqûq, demokrasiyê dixwaze hatiye mexdûrkirin. Ev tiştê hatiye kirin derbeyeke li hemberî Sînemaya Belgefîlmkariyê ye. Berpirsê vê jî Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn e."
Sazî dijî sansurê derketin
Rojên Belgefîlman a Stenbolê Documentarist ku her sal festîvala belgefîlman li dar dixe bi peyamek dijî vê biryara festîvalê derket û got, "Em sansura ku Festîvala Porteqala Zêrîn li hemberî 'Kanun Hukmu' pêk aniye şermezar dikin û diyar dikin ku em ligel fîlm û koma sazkar ê fîlm in."
BSB'ê (Yekîtiya Sînemagerên Belgefîlmkar) jî îro daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got, "Gere em pirsa xwe bikin: Hûn çima tirsiyan û we bi çi mafî ev belgefîlm qedexe kir? Yên ku belgefîlm qedexe kirine dê bersivê bidin."
BSB'ê gotiye "Pêdiviya me bi azadiya ramanê ya hunerê heye. Em sansur û qedexeyê qebûl nakin. Ji vê şaşiyê bi paş ve gav biavêjin. Bangek me jî ji bo endamên juriyê û kesên fîlmên wan di festîvalê de ne. Wekî ku pirsgirêk nîn be tevnegerin. Sansur û qedexeyê meşrû nekin."
Li aliyê din mebûsê Yeşîl Sol Parti Omer Faruk Gergerlioglu, derhêner Ezel Akay, TTB û gelek kesên din bi ser tora civakî re dijî sansur derketin.
*
Jurî: Belgefîlmî ji paş ve bigirin emê karê xwe bikin
Piştî agahiyan juriya festîvalê bi daxuyaniyeke nivîsî piştgirî da belgefîlm. Juriyê got, "Em li nêrîna di fîlm de li sûc digere û normalkirina rewşa sansurê qebûl nakin. FesTîvala Porteqala Zêrîn a Antalyayê ku bi salan e didome aîdê civakê ye. Nikare dest ji rêgezên demokratîk, azadiya ramanê berde. Loma jî muhîm e ji bo hunermenda ev der bibe cihek bi ewle. Em wekî endamên juriyê em ligel hempîşeya xwe ne. Em endamên juriyê ku navên wan li jêr e radigihînin ku fîlmê 'Kanun Hukmunde' bi paş ve bigirin fesTîvalê emê karê xwe bikin."
Seroka Juriyê Demet Akbag, Alşegul Aldinç, Onur Saylak, Ozcan Alper, Mehmet Gunsur, Ali Aga, Sema Kaygusuz, Behiç Ak, Zeynep Dadak, Deniz Tortum, ELif Refig, Hazar Erguçlu, Paolo Bertolin, Ali Ercivan, Hakan Biçakçi, Anna Maria Aslanoglu, Ezel Akay, Engin Palabiyik, Senem Erdine û Ahmet Gurata îmze avêtine bin metnê. (Ev paragrag paşê li nûçeyê hatiye kirin)
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Fîlmên ketin dû Porteqala Zêrîn diyar bûn
-Ew ê serketiyên Porteqala Zêrîn hilbijêre


