Şengal
Ava gundê Barê ku bi sedan sal in ji bo civaka êzîdî çavkaniya jiyanê ye, bi destê kargeha Ava Jiyanê êdî li hemû Şengalê tê belavkirin. Endamê Komîteya Aboriyê Silêman Ehmed da zanîn ku Rêveberiya Xweser biryara vê kargehê daye û got: "Li şûna ku em ji derve avê bînin, me xwest em ava Şengalê vexwin. Hem ava axa me ye, hem jî erzantir e."
ROJÊ 1500 KARTON AV TÊ DERXISTIN
Komîteya Aborî ya Rêveberiya Xweser xebatên xwe didomîne. Xebata herî dawî avakirina kargeha avê ye. Kargeh li gundê Barê hatiye avakirin. Li ser vê yekê Rojnewsê bi îmzeya Îbrahîm Êzidî nûçeyek belav kir. Li Şengalê ji ber kêmbûna avê, piraniya gel neçar e ku ava vexwarinê ji derve bikire. Rêveberiya Xweser a Şengalê, ji bo ku xelkê Şengalê ji ava Şengalê vexwe û hewceyî ava ji derve nebe, bêyî ku jê îstîfade bike vê xizmetê dide gel. Li gundê Barê kargeheke avê hatiye avakirin ku rojane hezar û 500 karton av tê derxistin. Kargeh, xwedî sîstemeke tam otomatîk e ku ava Barê paket bike û bi awayeke tendurist bigihîne gel. Li vê kargehê, ava Barê bi sondayên avê derbasî nav kargehê dibe. Li vê derê av bi cîhazên otomatîk tê dagirtin û paket kirin. Ev hemû pêvajo, di bin çavdêriya endazyarekê de li gor standartên ewlehî û tenduristiyê tê rêvebirin.
'HEM AVA AXA ME YE, HEM ERZANTIR E'
Yek ji endamên Komîteya Aboriyê ya Rêveberiya Xweser a Şengalê Silêman Ehmed, derbarê hedef û armacên kargehê, sîstema wê ya kar de got ku berî avabûna kargeha avê, ava vexwarinê ya Şengalê ji derve dihat û wiha behsa kargehê kir: "Me xwest em xizmeta gelê xwe bikin û li şûna ji derve bînin em ava Şengalê vexwin. Hem ava axa me ye, hem jî em erzantir digihînin gelê xwe. Piştî ku me ev kargeh ava kir, şîrketên din neçar man ku ew jî erzantir bifiroşin."
'ARMANC NE QEZENCKIRINA PEREYAN E'
Silêman Ehmed da zanîn ku Rêveberiya Xweser ya Şengalê biryar daye ku ev kargeha avê were avakirin û wiha berdewam kir: "Armanca me ne ew e ku em ji firotina avê qezencê bidest bixin. Armanca me ew e ku em ava Şengalê bi erzanî bigihînin ber destê xelkê xwe. Li kargeha avê endazyarekê me li ser kar e, wekî din 7 xebatkar jî hene. Ji danê sibehî zû dest bi kar dikin heya dane êvarê kargeh dixebite. Rojê bi texmînî hezar û 500 karton av tê derxistin. Piştî wê em avê dibin sûkê û li marketan belav dikin."



