London
Helbestvan û nivîskarê tekstên şanoyê William Shakespeare lîstikên xwe li Şanogeha Curtain dilîst. Niha bermayiyên Şanogeha Curtain hatin dîtin.
Ji Muzeya Arkeolojiyê ya Londonê (MOLA) arkeologan kolandin kirin û gihîştin şanoyê. Hate gotin, ji ber ku Shakespeare lîstikên xwe "Romeo û Juliet" û "Henry yê 5'emîn" pêşî li vê derê lîstine, ev der girîng e.
Şanogeh di navbera salên 1577-1622'yan hatiye bikaranîn û li bakurê Çemê Thames, li Shoreditch e ku niha arkeologan xwe gihandiye dîwarên we. Li ser bermayiyên şanogehê xebat dê hê bidomin.


