Diyarname
Lîstika şanoyê ya ŞanoWan a bi navê "Haylo Dîsa Tevlihev Bû" carek din tê Stenbolê. Lîstika ku vê meha gulanê li Stenbolê bû û rastî eleqeyê hatibû, dawiya vê mehê sê caran li Stenbolê dê derkeve pêşberî temaşevanan.
"Hay Lo Dîsa Tevlîhev Bû” lîstika nivîskarê fransiz Claude Magnier e. Lîstik ji aliyê Dilawer Zeraq ve hatiye wergerandin û derhêneriya wê Nazmî Karaman kiriye. Lîstika ku ji aliyê lîstikvanên ŞanoWan ve hatiye lîstin navbera 28-31'ê vê mehê de li sê cihên Stenbolê saet 20'an de wê bê lîstin.
Va ye bername:
- 28 Kewçêr: Ataşehir Cemal Sureyya Kultur Merkezî
- 30 Kewçêr: Avcilar Bariş Manço Kultur Merkezî
- 31 Kewçêr: Şîşlî Nazim Hîkmet Kultur Merkezî
KUNYE:
Nivîskar: Claude Magnier
Werger: Dilawer Zeraq
Derhêner: Nazmi Karaman
Teknîk Asîstan: Ronida Durmuş
Muzîk: Baran Sari
Lîstikvan:
Ferhat Aslan
Perinaz Delazy
Berivan Budakbeyoglu
Hasan Bayam
Seher Aslan
Salih Yildizoz
Baran Sari


