logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  3. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  4. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe
  5. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
news-details

Seydo Aydogan dijî pirtûka 'Rêzimana Kurmancî' derket: Dest ji vê şaşiyê berdin

  • Dîrok: 11/11/2023
  • Beş: Berhem

Cemil Oguz

Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ku li Rojava li ser ziman xebatê didomîne pirtûka "Rêzimana Kurmancî" derxist û pê re jî got, "Ji bo standardkirina ziman me ev xebat kiriye.”  Nivîskar Îbrahîm Seydo Aydogan ku dijî vê rêzimanê derket, dibêje "Ev karesatek e û dest ji vê berdin."

Li Bakur Weqfa Mezopotamyayê ku navenda wê li Amedê ye, di sala 2019'an de pirtûka "Rêbera Rastnivîsînê" derxistibû. Ji saziyan jî xwestibû ku li gor vê rastnivîsê tevbigerin. Hin zimanzanên kurd dijî vê yekê derketin. Yek ji wan jî nivîskar û zimanzan Îbrahîm Seydo Aydogan e. Aydogan ê ku berpirsê beşê kurdî yê Sorbonê ye, wê demê bi tundî li dijî vê pirtûkê derketibû. Niha jî li dijî pirtûka SZK'ê ya bi navê “Rêzimana Kurmancî" derket. Pirtûk ji aliyê Ferhad Mûsayî û Vîyan Hesenî ve hatiye amadekirin û li Rojava hatiye çapkirin û belavkirin.

LI GOR AYDOGAN DIVÊ QAÎDE BI VÎ RENGÎ BIN

Nivîskar Îbrahîm Seydo Aydogan bi tundî li dijî vê pirtûkê û standardîzekirina di vê pirtûkê de derket. Aydogan bi kurtahî bi vî awayî li dijî pêşniyarên guherîna standarta kurdî yên di pirtûkê de derket û mînakên xwe rêz kirin: "- Di nava hejmar û tîpan de divê apostrof hebe, lewre nîşaneyên qadên cuda divê ji hev cuda werin nivîsandin. (Mînak: 5’ê meha 2020’an)

- Di nava kurteya navan û paşgirên rêzimanî de divê apostrof hebe. (Mînak: Serokê SZK’ê)

- Ezafeya navên nediyar nikare weke “-eka û ekê” (jineka baş, diranekê spî) were danîn, û “hêsankirina perwerdehiyê” nikare bibe sedema guherîna sîstema zimanê heyî; ev mînak divê li gorî standarta Celadet Bedirxan be. (Mînak: Jineke baş, diranekî spî)

- Daçekên dualî (di … de, di … re, bi … re) nikarin ji standarta Celadet Bedirxan bi dûr bikevin û bibin (di … da û di … ra û bi … ra”

Aydogan vê pirtûkê wekî "karesat" bi nav dike û dibêje, "Me heta niha standarta Celadet Alî Bedirxan di nivîsê de pejirandiye, divê wisa bidome."

‘ME REXNEYÊN XWE NIVÎSKÎ JÎ DEVKÎ JÎ GIHANDIN SZK'Ê’

Nivîskar Aydogan li Fransayê demek dirêj Serokê Beşa Kurdî ya Zanîngeha Sorbonê bû. Ev çend sal in wekî online dem bi dem dersê dide mamoste û xwendekarên Zanîngehên li Rojava jî. Bi vî alî ve têkiliyeke xurt a wî ligel Rojava û zimanê kurdî ku li wir tê bikaranîn jî heye. Bi vê tecrubeyê ew dibêje, "Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ji aliyê kesên niyetxirab ve tê birêvebirin. Ne ilm û ne jî zanistî li cem rêvebiran heye.

Lewre me rexneyên xwe devkî jî û nivîskî jî belavkirine û gîhandine wan û me bi wan re nîqaşa wê kiriye, lê digel ku nikarîbûn nîqaş li hember rexneyên me bikirana jî, ya xwe axir ferz dikin. Navê vê quretiya ji desthilatdariyê ye ku xeternak e. Yanî, heger sibê ez bibim serokê SZK’ê û bixwazim zimanê japonî li ser gel ferz bikim, ew ê were pejirandin."

‘MIN 4 GOTAR BELAV KIRIN, GUH NEDAN’

Li ser pirsa me ku "Te rexne li 'Rêzimana Kurmancî' ya Weqfa Mezopotamyayê jî kiribû, tu 'Rêzimana Kurmancî' jî didî ber tîran. Ma ew qas kes hene hay ji meseleyê nîn in? Gelo rastiya vê çi ye?" jî wisa got, 

"Ew dibêjin ku dibê ziman hêsan bibe. Mirov wekî muhendîsan zimanan hêsan nake. Karê wan ne zimannasî ye, lê belê muhendîsiya zimanî ye. Zimannas çalakiya zimanî şîrove dikin û qaîdeyan ji rewşên heyî peyda dikin. Lê belê, ev karesata ku eve çend sal in ku li bazara kurdî bûye bela, dê dîrokê de bibe cîhê qerf û pêkenokan. Lewre digel ku em bi zelalî ji wan re dibêjin jî, ji ya xwe danakevin. Min 4 gotar di vî warî de belav kirin û kêmaniyên wan û çewtiya metod û rêbaza wan bi hûrgilî û mînakan ve danî ber wan. Lê bêvilbilindiyeke ecêb li cem wan heye ku heyf e. Hem dibêjin ku ji rexneyan re vekirî ne û hem jî guh nadin rexneyan. Bila dîrok bizane ku me rê neda ku ev karesat were serê kurdî û em bêdeng neman.”

‘DIXWAZIN VARYANTEKE HERÎMÎ LI SER ME FERZ BIKIN’

Em vê carê pirsa “Wisa dixuye li Bakur komek heye li gor xwe tevdigere. Niha li Rojava jî bi vî rengî. Ev mesele dê çawa çareser bibe?" arasteyê wî dikin, Aydogan wisa dibersivîne: "Mînaka standarta zimanan heye. Piştî ku standartek bi cîh bûbe, mirov nikare biguhere. Ev kes, tu dibêjî qey di dewra destpêka çalakiya nivîsê de ne. Ew dewr ji bo kurmancî derbas bûye, xilas bûye. Mirov yan standartekê di destpêkê de datîne yan jî standarta hin nivîskarên mezin dipejirîne. Me Mêrdîniyan dev ji “di … ri” berda û “di … de” pejirand. Lewre me bi xwendina rêzimana Celadet Bedirxan ve û bêyî nîqaşê standarta wî pejirand. Niha jî dixwazin varyanteke herêmî li ser me ferz bikin lewre desthilatdar in û pereyên wan hene. Ev ne pîvan e. Pratîk û çalakiya zimanî guh nade desthilatdariyan û ne jî pereyan ku Weqfa Mezopotamyayê pê ava bûye. Fînansmana projeyên wan ji dezgeheke katolîk a amerîkî û başûrê Kurdistanê hatiye. Bila sîmulasyona zanistiyê nekin. Ew mîsyoner in, lê mîsyon û sîmulasyona çi dikin niha hê zelal nîn e. Bi ya min, komikên desthilatdariyan di nava me de û bi pereyên xelkê ve tên avakirin. SZK’ê jî daye pey wan, lewre pêşniyarên wan pejirandine û dixwazin bi zimanê zarokên Rojavayê bilîzin.”

‘ÇEND KESÊN JI VAN 16 KESAN GOTIN EM VÊ QEBÛL NAKIN’

Meseleya varyantan meseleya nîqaşê ye. Seydo Aydogan qala varyantan jî dike û bi ser fransiyê re wisa dibêje, “Varyantên zimanan di hemû zimanan de hene. Bi fransî û îngilîzî û erebî jî heye. Standarta fransî bi destê desthilatdariyê ve nehatiye danîn. Wekî mînak, Maurice Grevisse heye ku rêbera wî a fransî li mala hemû fransiyan heye. Camêr bi hezaran mînak ji nivîskarên referans yên mezin anîne û qaîde şîrove kirine. Tiştek ji xwe ber neguhertiye, tenê çavdêrî kiriye û zelalî aniye. Yên me, ecêb e ku ew bi xwe jî di jiyana xwe de bi “di …. da û ra” an jî bi “jineka baş û mêrekê baş” napeyivin. Navê 16 kesan li ser Rêbera Rastnivîsê heye. Ez hemûyan nas dikim, nêviyê wan jî van qaîdeyan nas nakin. Ez bi nav nekim, lê belê çend kesan ji wan 16 kesan ji min re got ku wan ev qaîde qebûl nekiriye, lê pirtûk wan qaîdeyan ferz dike.”

‘BI FONETÎKA KURDÎ DILÎZIN’

Bêguman, rexneyên min tenê di 7-8 xalan de ne ku xalên bingehîn in. Wekî mijara “î û ê” berî dengê “y”. Ev mijar êdî derbas bûye. Bi mebesta hêsankirina perwerdehiyê ve bi fonetîka kurdî dilîzin. Tew îja rabûne û “çûyin û dayin” jî bi şaşî kirine “çûyîn û dayîn” filan bêvan ku serê xelkê tev li hev dkin, lewre ev babet li cem ne zelal in. Wekî din, tercîha li ser varyantan bêguman asayî ye. Me hemûyan ji xwe pirsiye ka gelo em Amerîka an Emerîka binivîsin. Lê welleh em kurdên bakurî nabêjin “Kamyon” lê em dibêjin “Qemyon” û têkîliya vê bi tirkî ve nîn e, bi fenomenên fonetîka dengên stûr ve û bandora li ser dengên cîran heye.”

Aydogan wisa dawî li gotina xwe tîne:  “Yê ku ev Rêbera Weqfa Mezopotamyayê û Rêzimana SZK’ê rexne kirine, ne ez tenê me. Reşo Zîlan yê serokê Grûba Kurmancî û zimannas Deham Ebdulfettah jî bi tundî ew rexne kirine. Divê pispor û zimannasên kurdî bi aşkerayî dakevin qadê û rêyê li ber vê karesafa mezin bigirin.”

 

***

 

Nivîs û nûçeyên eleqedar:

- Ji Qoserê heta Zanîngeha Sorbonê Serokê Beşê Kurdî behsa serboriya xwe dike

- Rêbera Rastnivîsînê çi rast nivîsiye?

- SZK’ê pirtûka “Rêzimana Kurmancî” weşand


'Rêbera Rastnivîsînê' di sala 2019'an de ji aliyê Weqfa Mezopotamyayê ve hat çapkirin.

"Rêzimana Kurmancî" meha borî li Rojava ji aliyê SZK'ê ve hat çapkirin.


 

   ***   

 Hesabên Diyarnameyê

- twitter.com/diyarname1
- facebook.com/diyarname
- instagram.com/diyarname1
- youtube.com/diyarnamediyarname
Ji bo têkilî: diyarname@diyarname.com    

 

***  

DIBE KU EV NÛÇE JÎ BALA TE BIKIŞÎNIN (Sernavê bitikîne):

- Îbrahîm Şahîn: Me 50 hezar klam dane hev 

- Pirtûka Marquez piştî 10 salên mirina wî çap dibe 

- “Ev karê ku LEW dike dê ji bîra kurdî, ji zemên re bimîne” 

- Îdîaya Mem Med: Çîroka kurmancî li gorî cureyên edebî yên din herî pêş e 

- Samî Hêzil: Divê em cihê wergerê di çand û zimanê xwe de diyar bikin: serê jorê an ber dêrî? 

- Îdîayeke balkêş: Ev welat dixwaze navê xwe biguherîne 

- Receb Dildar: Berteka ji bo xweparastinê tevgere xwezayî ye 

- Di 30 salên dawî de çend pirtûkên kurdî çap bûne?

- 2022: Hemû pirtûkên bi kurdî yên salê  


 

 

 ***   

 

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.  

Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 05 2026

Pirtûka "Netewperwerî Di Helbestên Mele Mihemedê Palo De" hat îmzekirin

news
  • 13 05 2026

Di Pêşangeha Pirtûkên Kurdî de pirtûka "Pencereya Pêşîn" hat îmzekirin

news
  • 11 05 2026

Bi awayo hîrakerde, Ferhengê zazakî-tirkî veciya

news
  • 15 04 2026

Pirtûkek helbestan ‘Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha’ derket

news
  • 07 04 2026

Hîkayey 40 sere, 'Raywanîya Çekuyanê Mi' veciya

news
  • 05 04 2026

Dîwaneke nû 'Mizgîna Azadî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Dozek din li Abdullah Demîrbaş vekirin

ad

Şêx Seîd û hevalên wî li Amedê hatin bibîranîn

ad

Dersa 'Guherîna Kişwerê' dibe mecbûrî

ad

Hêzên Koalîsyonê ketin Sirîna Kobanî

ad

Weşangerên Tirkiyeyê: Dest ji kirinên azadiya ramanê asteng bikin berdin

ad

Bajarên ku hevserok û hevberdevk lê bûne namzet diyar bûn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026
news

Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe

  • 04 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname