Diyarname
"Sosyo Polîtîk Saha Araştirmalari Merkezî" li 15 bajarên kurdan li ser zimanê zikmakî anketek çêkir. Anket bi navê "Bikaranîna Zimanê Zikmakî û li ser Zimanê Zikmakî Daxwaz û Meyl" hatiye çêkirin.
Va ne ji vê xebatê not:
- Anket di navbera rojên 27 kewçêr û 3'yê sermaweza 2023'yan de hatiye çêkirin.
BAJARÊN LÊ ANKET ÇÊKIRINE
- Anket li bajarên wekî Amed, Mêrdin, Riha, Wan, Batman, Sêrt, Şirnex, Culemêrg, Agirî, Mûş, Çewlig, Bedlîs, Qers, Dêrsim û Îdirê hatiye çêkirin.
- Ligel 2443 kesî rû bi rû anket hatiye çêkirin.
- Sedî 49.9 mêr, sedî 50,1 jin beşdarî anketê bûne.
TEMENÊ BEŞDARAN
- Sedî %23,4’ê beşdaran temenê wan di navbera 18-24'an de,
sedî %24,2’yê beşdaran temenê wan di navbera 25-32'yan de, sedî %19’ê beşdaran temenê wan di navbera 33-40'î de bû.
ASTA PERWERDEHIYÊ
- Sedî %34,9’ê wan lîste xwendine, sedî %17,8’ê wan zanîngeh xwendine û sedî %14,3’yê wan qet tiştek nexwendine.
NIJADA WAN
- Sedî 85.2 gotine "em kurd in", sedî 9 tirk, sedî 4.3 ereb, sedî 0,2 ermen, sedî 0.2 suryan.
LI MAL ÇI DIAXIVIN?
- Yên ku gotine em kurd in, sedî %70,9’ê wan gotiye em li mala xwe bi kurdî diaxivin, sedî 19.2 gotine em tirkî bikar tînin, sedî 9.8 gotine hem kurdî, hem tirkî.
HÛN PERWERDEHIYA KURDÎ DIXWAZIN?
- Li ser pirsa "Hûn dixwazin zarokên we bi zimanê zikmakî perwerdehiyê bibînin?", sedî 86.7 gotine erê, sedî 9 gotine "bi zimanê zikmakî perwerdehiyê dibîne", sedî 4.2 gotina "na".
AXAFTINA BI TIRKÎ YA MALBATAN A LIGEL ZAROKAN
- Sedî 55,1 gotine "li pêşberî berdewamiya zimanê zikmakî talûkeya herî mezin" axaftina bi tirkî ya malbatan a bi zarokên xwe re ye. Sedî 13.4 gotine nebûna perwerdehiya bi zimanê zikmakî, sedî 8.8 gotine bi koçkirina bajaran re zimanê zikmakî hatiye ji bîr kirin. Sedî 7.2 jî gotiye nebûna statuya fermî.
- Dîsa "ji bo talûkeya li hemberî kurdî", ji beşdarên kurd sedî 62.9'î gotiye axaftina bi tirkî ya malbatan ligel zarokên xwe talûkeya sereke ye. Sedî 14.6 gotine nebûna perwerdehiya bi zimanê zikmakî, sedî 9.5 gotine koçkirina ji bo bajaran û pêre jibîrkirina ziman, sedî 8 gotine nebûna statuya fermî talûkeya mezin e.
DIVÊ ÇI BÊ KIRIN?
Wekî çare sedî 28.4 gotiye divê zimanê zikmakî bibe zimanê perwerdehî/hînkirinê. Sedî 26.9 gotiye divê ziman bikeve bin ewlehiya zagonî/zagona bingehîn. sedî 21.4 gotiye divê bibe zimanê fermî. sedî 8.2 gotine divê malbat bi zarokên xwe re bi zimanê zikmakî biaxivin. Sedî 4.3 gotiye divê di her warê de ziman bê bikananîn. Sedî 10.2 kesî gotiye hewce nake tiştek bê kirin.


