Diyarname
5’emîn ya Fûara Pirtûkan a Navneteweyî ya Silêmaniyê bi merasimeke destpê kir. Fûar 3'yê meha pêşiya me dê vekirî be.
Li Hola Pêşengehên Navneteweyî ya li Tasluxe ya bajarê Silêmaniyê fûara pirtûkan dest pê kir. Cîgerê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federe Qubad Telebanî û gelek kesên navdar beşdarî merasima destpêkirina fûarê bûn.
Di derbarê mijarê de Cîgirê Rêveberiya Fûarê Şewqî Umer ji bo Rojnewsê wisa gotiye: “Festîval îro bi beşdarbûna 200 navend û weşanxaneyên ji 20 welatan destpê kir û zêdetirî mîlyonek berhem derbaz kiriye. Di pêşengehê de pirtûkên di warên cuda cuda yên wekî çandî, olî, hunerî, siyasî, aborî û warên cuda de hatine pêşandan. Tê pêşbînîkirin ku îsal li gorî salên borî rêjeya serdanan gelek zêdetir be. Ji ber ku pêvajoya perwerdeyê destpênekiriye û welatî zêdetir derdikevin.”
Deriyên pêşangehên her roj di navbera saetên 09.00 û 18.00'an de ji bo mêvanan vekirî ne.

Qubad Telebanî beşdarî merazima destpêkirina fûarê bû.
.jpg)


