Diyarname
Festîvala Fîlman a Kîjan Majên Mirovan îsal 13'emîn dar li dar dikeve. Festîval îsal di navbera 9-13'yê mehê de li dar dikeve, fîlm û belgefîlmên festîvalê bê pere têne temaşekirin.
Koma Documentaristê her sal vê mehê bi navê "Festîvala Fîlman a Kîjan Mafên Mirovan?" li dar dixe. Festîval berê xwe dide fîlm û belgefîlmên li ser mafên mirovan hatine kişandin. Îsal ji îtalya, Danîmarka, Lubnan, heta Brezîlya, Îrlanda, Almanya, Kuba û Bangladeşê ji gelek welatan li dor 30 fîlm û belgefîlm hene ku dê bêne nîşandayîn.
'MAFÊ BAJAR Û BICIHBÛNÊ"
Festîvalê îsal "Mafê Bajar û Bicihbûnê" wekî mijara bingehîn hilbijartiye. Di heman demê de "Mafên Girtiyan", "Dinyayeke Din Nîn e" jî hin sernavên din in ku li ser dê bê sekinîn.
Di çarçoveya meseleya bicihbûn û bajar de wê forûmek li dar bikeve. Dîsa yek ji belgefîlmê vê mijarê, belgefîlmê Îmre Azem ê nû "Hatay: 1-11 Rezber 2023" yekem car li festîvalê wê bê nîşandayîn.
MAFÊ GIRTIYAN
Forumek din ku dê li dar bikeve jî 9'ê mehê bi navê "Mafê Girtiyan Mafê Mirovan e" saet 15'an de wê li Aynali Geçîtê li dar bikeve. Heman çalakiyê pêşî dê belgefîlmê Buşra Taşkiran ê bi navê "Elimi Birakma" (Destê min bernede) bê nîşanrdayîn û dûre ligel derhêner Taşkiran, bi beşdariya Songul îlker (xizma girtî), akademîsyen Dr. Yonca Guneş Yucel, Seroka ÎHD'Ya Stenbolê Gulseren Yoleri nûnerê CISST'ê dê forum saz bibe.
DU NÎŞANDAYÎNÊN TAYBET
Di festîvalê de du nîşanrdayînên taybet hene. Yek ji wan belgefîlmê derhêner Belmin Soylemez "Ayna Ayna" ye. Belgefîlmê derhêner Gulis Saglam "Tepecik Hayal Okulu" jî ji bo bîranîna derhênerê dîmenê Îlker Berke tê nîşandayîn ku Berke di demek nêz de miribû.
CIHÊN NÎŞANDAYÎNAN
Salona Sînemaya Beyoglu, salona Aynali Geçit û salona Postaneyê ji bo fîlm û belgefîlmên festîvalê û dê ji so çalakiyên din jî mazûvanî bikin.
www.hihff.org
***
Nûçeyeke Eleqedar:
- Bernameya 'Rojên Belgefîlman a Mafên Mirovan' diyar bû
***
Hesabên Diyarnameyê:- twitter.com/diyarname1
- facebook.com/diyarname
- instagram.com/diyarname1
- youtube.com/diyarnamediyarname
Ji bo têkilî: diyarname@diyarname.com
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


