Diyarname
SAMER'ê lêkolîneke nû kir. Li gor lêkolînê sedî 42'yê gelê Amedê xweserî, sedî 17 serxwebûnê dixwaze. Sedî 16 jî tu fikir beyan nekiriye.
Navenda Lêkolînên Civakî û Siyasî (SAMER) rojên 14-15'ê vê mehê li navenda Amedê lêkolînek kir. Ji bo gel çawa li meseleya pirsgirêka kurd dinêre, gotinên têne kirin tesîreke çawa derdixin holê û bi van re girêdayî li Amedê lêkolîn hate kirin.
SAMER'ê di du rojan de bi 306 kesî re rû bi rû hevdîtin pêk aniye. Ji yên bi wan re hatiye axivîn sedî 60'ê wan gotine ku di hilbijartina 2011'an dengê xwe dane BDP'ê, sedî 17 dane AKP'ê, sedî 2 daye CHP'ê û sedî 17 jî deng bikar neaniye.
Sedî 49 jin, sedî 51 mêr beşdarî bersivdayîna vê lêkolînê bûne û sedî 22'yê wan temenê wan di navbera 18-22'yan, sedî 5 jî temenê wan di navbera 48-52'yan de bûye.
Di vê lêkolîna SAMER'ê de hin kîteyên balkêş derketine. Mînak sedî 42'yan gotiye em Xweseriya Demokratîk, sedî 17 gotine em serxwebûnê dixwazin; sedî 5 federasyon, sedî 13 jî xwestine rayeya şaredariyên herêmî bê zêdekirin. Her wiha sedî 16'an gotiye tu fikra min nîn e.
Û ji lêkolînê hin agahiyên din:
- Sedî 53 gotine em bi BDP'ê û sedî 48 gotine em bi Şaredariyên BDP'ê bawer in.
- Sedî 87 gotine em bi MHP'ê û sedî 73 gotine em bi CHP'ê û sedî 56 gotine em bi AKP'ê ne bawer in.
- Sedî 70 gotine nêzîktêdayîna AKP/Hikumetê ya li hemberî pirsgirêka kurd pir xirab e. Sedî 37 jî gotine nêzîktêdayîna BDP'ê xirab e.
- Sedî 68'ê amediyan gotine nêzîktêdayîna Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a li hemberî BDP'ê xirab e. Sedî 7'ê amediyan gotine nêzîktêdayîna Erdogan baş e.
- Sedî 44'î gotiye ez piştgirî nadim nîqaşa Serokdewletî/Nîvserokdewmetiyê. Sedî 13 gotiye ez hinek piştgirî didim. Sedî 31'ê gotiye tu fikramin nîn e.
- Sedî 87 gotine divê BDP'ê ji meclisê venekişe û xebata xwe bidome. Sedî 6 gotiye divê ji meclisê vekişe.


