Diyarname
Bernameya Şaneşîn Performansê ya meha rêbendana 2024'an diyar bû. Di nav bernameyê de du kurtefîlm, belgefîlm û hin lîstikên şanoyê hene.
Bernameya wan 5'ê mehê bi lîstika Şêxê Sen'anî dest pê dike ku heman lîstik 26'ê mehê jî dê bê lîstin. Lîstika wan "Şengê û Pengê" jî 27'ê mehê dê bê lîstin.
Ji lîstikên mêvan "Domuz Ahiri" 6'ê mehê, "Înfaz" jî 28'ê mehê dê bê lîstin. Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstika xwe "Dawiya Dawî" du rojan, 20 û 21'ê mehê dibe mêvanê mêrdîniyan.
Ji bilî lîstikên şanoyê belgefîlmê "Şilfîtazî" 10'ê mehê, kurtefîlmê "Veger - Roja Min û te" 17'ê mehê û "Barê Giran - Afaroz" jî wê 24'ê mehê bê nîşandayîn.
Lîstika zarokan "Şengê û Pengê" saet 15'an de, çalakiyên din saet 19.30 de dest pê dikin.
Ji bo têkilî:
0542 553 8480
**
Nûçeya Eleqedar:
- Li Şanoya Bajêr a Amedê 8 lîstik hene


