Diyarname
Ji bo rojbûna civaknas îsmaîl Beşîkçî û salvegera avakirina Weqfa îsmaîl Beşîkçî êvara 13'ê mehê li weqfê çalakiyek hat lidar xistin.
Civaknas îsmaîl Beşîkçî 84 salên xwe temam kirin û derbasî 85'an bû. Weqfa îsmaîl Beşîkçî ku li ser xebatên kurdewarî xebata xwe didomîne ket 12 saliya xwe. Ji vê yekê li navenda weqfê ku li Beyogluya Stenbola Tirkiyeyê ye çalakiyek hat li dar xistin. Di çalakiyê de îsmaîl Beşîkçî jî amade bû û sipasiya beşdaran kir. Serokê Heyeta Mutevelî yê Weqfa îsmaîl Beşîkçî îbrahîm Gurbuz jî qala xebatên weqfê ên salekê kir û xêrhatin li mêvanan kir.
Di çalakiya ku gelek nivîskar û rewşenbîr amade bûn de Wênesazê Weqfa Ahmet Guneştekîn wênesaz Yahya Bagci tabloya Beşîkçî ku çêkiribû diyarî kir.
Yek ji endamên rêveberiya weqfê Xalid Sadînî jî qala weşanên weqfê kir.
Piştî axaftina pastaya hatiye amadekirin bo mêvanan hat belavkinin û kokteyl hat sazkirin.

Wênesaz Yahya Bagci tabloyê Beşîkçî ku amade kiribû diyarî weqfê kir.


