Diyarname
Festîvala Kozeya Zêrîn a Edeneyê îsal di navbera 17-23'yê rezberê de li dar dikeve. Niha endamên juriyê yên festîvalê diyar bûn.
Festîval îsal 19'emîn car li dar dikeve. Festîvala ku ji aliyê ŞAredariya Bajarê Mezin a Edeneyê ve tê lidar xistin herî dawî lîstikvan Nejat İşler tevî juriyê kirin û bi vî awayî endamên juriyê temam bûn.
Derhêner Ferzan Ozpetek serokê juriyê, sazkar Zeynep Ozbatur Atakan, lîstikvan Nurgul Yeşilçay, produktorê muzîkê Hasan Saltik, akademîsyen Hulya Ugur Tanriover, derhênerê dîmenê Eyup Boz (heta niha navên wan jixwe hatibû eşkerekirin) û lîstikvan Nejat Îşler endamên juriyê ne.
Ji bo beşdariya festîvalê roja dawî 27'ê tîrmehê ye. Heta wê rojê kesên bi xwazin berhemên xwe ji bo festîvalê bişînin divê berhemên xwe ragihînin ber destê festîvalê.
Ji bo kesên eleqedar malpera festîvalê:


