Diyarname
DEM Partî eşkere kiribû ku li gelek navçe û bajaran bi taybetî ji derve leşker û polîs anîne wê derê qeyd kirine. DEM Partî li gelek cihan îtîrazê vê yekê kiribû. 13 baroyên bajarên kurdan bang li YSK'ê (Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyeyê) kirin ku bi awayekî bi lez, bi bandor û bê alî van îtîrazan binirxîne.
Baroyan li ser vê yekê daxuyaniyeke nivîskî bi navê "Hilbijartin bi awayekî adilane û demokratîk bila pêş bikeve" weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku li gor xala 67'an a Zagona Bingehîn divê hilbijartin di bin çavdêrî û lênêrîna darazê de li dar bikeve.
Wisa hat gotin, "Di hilbijartina 14'ê gulana 2023'yan û 29'ê gulana 2023'yan de li van herêman bê pirsgirêk hilbijartina li dar ketiye. Ligel ku pirsgirêka ewlehiyê li vê herêmê tune bûye jî bi hezaran polîs û leşker li bajar û navçeyan hatine qeydkirin ku ev yek bi awayekî adil û azad lidarketina hilbijartinê dixe xetereyê."
Baroyên ku daxuyanî îmze kirine ev in: Baroya Semsûr, Agirî, Batman, Çewlig, Dêrsim, Culemêrg, Qers, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex û Wanê.


