Diyarname
Di encama teqîna volkanan de li dor 100 girav çêbûne. Ji van niha 35 heb hene. Ev giravên bi navê Giravên Kurîl têne zanîn bi ser 1300 kîlometreyî de ne. Ev 35 girav ji sala 1945’an ve di bin desthilatdariya Rusyayê de ne. Lê Japonya ji van giravan ji bo hinan dibêje yên me ne. Di nav van giravan de, ji sisêyên mezin didu jê yên bi navê “İturup” û “Kunashir” li başûr, dîsa giravikên biçûk “Şikotan” û “Habomai”. Japonya dibêje ev girav ên me ne. Û niha Japonyayê vê hefteyê careke din ev mesele anî rojevê.
Piştî Rusyayê êrîşê Ûkraynayê kir yek ji welatên nerazî jî Japonya ye. Dibe ku ji ber vê yekê be jî Japonyayê niha got ku Rusyayê giravên wan “Bi awayekî ne zagonî dagir kirine.”
Japonya her sal rêbernameya xwe ya ji bo dîplomasî û karên derve ku navê “Pirtûka Hêşîn” lêkirine nû dike. Niha Japonyayê ev pirtûka xwe nû kir û careke din meseleya giravan anî rojevê. Ji 2003’yan ve heta niha ev bû cara yekem ev mesele dîsa tê rojevê. Japonya van giravan wekî “Parçeya axa xwe ya bakur” dibîne. Di pirtûka hatiye nûkirin de ev mesele wekî nîqaşa desthilatdarî hatiye binavkirin.
Ji Şerê Cîhanê yê 2’yemîn ve heta niha ji ber vê meseleyê di nvbera her du weletan de peymana aştiyê nehatiye îmzekirin.


