logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Referanduma serxwebûnê

  • Dîrok: 13/06/2017
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Fehîm Işik

Partiyên başûrê Kurdistanê bêyî ku Komeleya Îslamî û Tevgera Goran beşdar bibin, civiyan û du biryarên girîng dan. Yek ji wan li ser referanduma serxwebûnê ye, ya din jî der heqê hilbijartina giştî de ye. Başûrî dê 25’ê Îlonê ji bo referandumê, di 6’ê Mijdarê de jî ji bo hilbijartina serokê yan jî seroka nû û endamên parlamentoyê biçin ser sindoqan. Min wek rastiya demokrasiyê, ‘seroka’ nû lê zêde kir. Lê di rastiya xwe de ji niha ve diyar e, dê başûrî bi îhtîmaleke mezin ‘serokê’ nû hilbijêrin. Lê rastiyeke din jî heye. Kesek behsa hilbijartina 6’ê Mijdarê nake. Niha mijar referandum e.

Di gengeşiyên navxweyî de zêdetir helwesta Goran û PDK’ê derdikeve pêş. Goran, biryarên hatine dayîn wek biryarên yasayî nabîne. Dibêjin, “Niha li başûrê Kurdistanê parlamento tune ye, endamên hikumetê û serokê parlamentoyê nikarin bikevin Hewlêrê, PDK’ê dest daniye ser heyiyên Kurdistanê û her wiha têkiliyên aborî yên PDK’ê ji hikumet û parlamentoyê tên veşartin. Di rewşeke wisa de biryarên hatine dayîn ne yasayî ne.” Lê Goranê li hemberî vê yekê heta niha dijberiya referanduma serxwebûnê nekiriye. Helbet ew jî serxwebûnê wek mafekî rewa dibîne.

Helwesta PDK’ê jî balkêş e. Ew jî rexneyên Goranê wek pirsgirêkên siyasî bi nav dike û referandumê jî wek meseleyeke neteweyî dibîne. Aliyekî Goranê jî, aliyekî PDK’ê jî rast e. Belê, li başûrê Kurdistanê niha hikum di destê PDK’ê de ye û dest daniye ser hemû sazî û dezgeyên rayedariyê. Hema bêje YNK’ê jî heman tişt li herêma Silêmaniyê pêk aniye. Lê rastiyeke din jî heye, ew jî rastiya serxwebûnê ye. Eger helwesteke din a partiyan hebe ew tê famkirin. Ango partiyek dikare bibêje “Ez ne serxwebûnxwaz im, ez xweseriyê yan jî federasyonê diparêzim.” Belê, ev tê famkirin. Lê li başûrê Kurdistanê partiyên ku dijberiya serxwebûnê dikin, tune ne. Hemû serxwebûnê wek mafekî rewa yê kurdan dibînin. Ev jî bi me nîşan dide ku divê kurd li başûrê Kurdistanê bi helwesteke neteweyî biçin ser sindoqan û bêyî ku gengeşiya pirsgirêkên xwe bikin, ji bo serxwebûnê li helwesteke hevbeş bigirin.

Mixabin, ev yek pêk nehat. PDK’ê rê neda çareseriya siyasî. Di nav partiyên başûrê Kurdistanê de çareseriya siyasî pek bihata, niha destê wan dê zêdetir xurt bibûya. Hêvî ew e ku partiyên siyasî di vê heyamê de bi hev nekevin û destê nedost û neyarên kurdan xurt nekin. Gelo, neyar dê çi bikin? Di serî de Tirkiye û Îran, dê çi gavan biavêjin? Aşkera ye. Dê astengiyan derxin. Heta ji destê wan were dê bi aşkerayî êrîşî herêmê bikin û heke bikarindê herêmê jî dagir bikin.

Eger ne wiha be, Mesûd Barzanî çima ji bo emnahiya referandumê alîkarî ji cîhanê bixwaze? Hat îdiakirin ku li hemberî gefên referandumê serokê herêmê ji bo emnahiyê ji hin dewletan alîkarî xwestiye. Em careke din dubare bikin; divê ev rewş neyê derçavkirin û partiyên kurd, destê nedost û neyarên kurdan xurt nekin. Ew wisa bawer dikin ku dê AKP, piştgiriya PDK’ê bike. Niha, behsa girtina deriyên başûrê Kurdistanê dikin. Heta di hin rojnameyên AKP’iyan de behsa dagirkirina başûrê Kurdistanê jî tê kirin. Careke din jî hat dîtin ku ew ne li serxwebûna Kurdistanê dinêrin, ew tenê li îhaleyan dinêrin.
13.06.2017, Rojeva Medya

**
Hin nivîs û nûçeyên eleqedar:

- Referandûm û emojiya ala rengîn

- Referandûma li Başûr 

- Serxwebûn

- 'Referandûma li Bakurê Iraqê xetayek mezin e'

- HDP der barê referandûma Başûr de çi difikire?

- 15 partî û rêxistinan biryara Referandûmê da 

 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Messi wê here kîjan tîmî, kîjan welatî?

ad

Demîrtaş: Wê Wan xwedî li vîna xwe derê

ad

"Pirtûka Sor" yekem car li muzeyê tê nîşandayîn

ad

'Borsenverein' piştgirî da Asli Erdogan

ad

Kurteyên fînalîst têne nîşandayîn

ad

Klîba Hefteyê: "Siwaro"

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname