YEKO ARDIL
Ji serxwebûn û azadiyê birûmetir tiştek nîne. Ev gotina watedar, hêja û bilind a pêşengê tevgera rizgariya Vîetnamê Ho Şî Mîn e û piştî liberxwedana gelê Vîetnamê wek dirûşmeke pîroz rêberiya gel û çînên bindest yên cîhanê jî kir.
Serxebûn, azadî, wekhevî û rizgarî ji destpêka dîrokê heta niha wek têgihên pîroz û efsûnî kelecanê didin mirovahiyê û nexasim ji bo bindestan armancên nebenabe ne.
Bi herhal ev rastî ji bo gel û kesên bindest ango dîl wek şîrê dayîkê helal û rewa ye.
Niha di rojeva Kurdan de Başûr heye. Ev aliyê welêt jî ji serdema Komara Mahabadê ve li dijî dagirkeriya dewleta Iraqê şer dike. Her çiqas yên wek pêşeng derketîn tim di nav têkiliyên malbatî, eşîrtî û wek destikên dagirkeran tevgeriyabin jî gelê Kurd yê li Başûr bedelên mezin dan û di encama bi sedhezaran şehîdî de têkoşîna azadiyê gihand heta astekê. Piştî Şerê Kendavê û midaxeleya hêzên navneteweyî ya li ser Iraqê herêma Başûrê Kurdistanê ket destê Kurdan. Em dibêjin Kurdan lê mixabin yên desthilat bi tenê çend eşîrên destik û hevkarên dijminan bûn. Gelê Kurd bi piranî nekarî beşdarî li wê pêvajoyê bike, yên serdest malên xwe zêde kirin, desthilata xwe zeximtir kirin û li ser gel pergaleke stemê ya ji demên berê jî dijwartir ava kirin. Di gelek waran de ji dagirkerên Ereb jî zalimtir tevgeriyan. Li şûna leşkerên Ereb yên dagirker leşkerên Tirk bi cih kirin. Daxwaz û gazinên gel bi çekan û êşkenceya polîsên Kurdîaxêv hate pêşwazîkirin. Gava qîma wan hat, gotin, parlamento heye, pîroz e, gava nexwestin kilît li deriyê parlamentoyê xistin. Bi ser cemawerên xwepêşandêr de gule reşandin, heta niha jî hesaba deriyê hatin û boçûnên Xabûrê bi ti awayî nehatiye eşkerekirin. Serdest di nav heyîneke bêsinor de lê gel jî mihtacê gepek nanî ye. Di ser de jî rêveberên Başûr ku serkêşiya wê jî mala Barzaniyan dike li hemberê şoreşa Bakur û Rojava dijminahî kirin. Li pêş çavên cîhanê ji bo ew tevger negihijîne armancên xwe bi kiryarên derî etîkî rabûn. Gava DAÎŞ êrîş kir jî 12 hezar pşêmerge bê ku kêlîkî li pişt xwe binêrin lingên xwe li nav guhên xwe xistin û reviyan.
KDP di rewşeke nebaş û aloz de ye. Hêza xwe ya girîng wenda kiriye, niha wek parçeyek ji partiya AKP ê kar dike. Felsefe û kiryarên wê dubare dike, li hemberî her cure heqaret û çewsandinan jî serê xwe nizm dike.
Ev referanduma ku navê serxwebûnê lê kirine jî lîstikeke hewldana rizgariya ji aloziya hundirîn e. Yên piçek dêhna xwe dabine destûra bingehîn a Iraqê baş dizanin ku ew destûr ji aliyê teorîk ve destûreke pir berfireh a cîhanê ye. Eger baş bête bikaranîn ji bo Kurdan gelek destkeft û nîmet hene. Li aliyê din di destûrê de mafê veqetîn û serxwebûnê jî destnîşan kirine. Lê ev jî divê bi lihevkirina parlamentoya Iraqê, aliyên din yên pêkhate û wisa jî bi erêkirina neteweyên yekbûyî ve pêkwere.
Vê gavê yek ji wan mercan jî nîne û referandûma behsê tê kirin jî nayê wateya gihiştina welatekî serbixwe. Referandum wê li Kurdistanê çêbe, ji xwe gelê Kurd ji pirseke wisa re nabêje, na.
Hêzên derdor jî xwedî bandor in. Eger te hêz hebe, aborî, siyasî, dîplomatîk û leşkerî û civakî tu bikarî li ser lingan bisekinî û li ber xwe bidî, helbet tu dikarî li gel tevahiya mercên dijber jî serxwebûnê îlan bikî. Lê baş tê zanîn ku bêyî Erdogan û AKP’ê ne pêkan e mehekê jî debara xwe bikin. Di mercên ku hêkan jî ji welatê dagirker tê standin de behsa serxwebûnê bi tenê lîstikeke navxweyî û hinde jî demogojî ye.
Ha, em bêjin ev tevde vala derketin û ew dewlet hat avakirin, wê çi xêr û xweşî tê de hebe? Gelo wê ji bilî çend zalim û serdestan pê ve kî ji wê pergalê îstifade bike?
13.06.2017, Yenî Ozgur Polîtîka


