Diyarname
Weşanên Peywend pirtûka "Tîr û armanc" Remezan Alan û Ergîn Opengin ku li ser edebiyata kurdî gotarên rexneyî cih digirin weşand. Peywendê pirtûk gihand Fûara Pirtûkan a Amedê ku heta 25'ê mehê dê li dar be. Her wiha roja 25'ê mehê Remezan Alan di gotûbêja "Wêjeya Kurdî ya Hemdem" de wê derkeve pêşberî temaşevanan. Gotûbêja Alan ku Peywend saz dike saet di navbera 12.00-12.45'an de li Salona Konferansê ya 2'yan li dar dikeve.
Peywend ku di fûarê de pirtûkan bi sedî 30 erzan difroşe ji bo vê pirtûka nû "Tîr û armanc" wisa gotiye: "Edebiyata kurdî ya modern, ya ku ji nîvê yekê yê sedsala bîstan ve bi rê ketiye, ev du dehsalên dawî ne di geşedaneke berçav re derbas dibe. TÎR Û ARMANC hewlek e ji qada Lêkolînên Kurdî an Kurdolojiyê ve ji bo têgihîştina paşxane û dînamîkên heyî yên vê geşedana edebiyata kurdî ya modern. Heşt gotarên rexneyî yên vê koleksiyonê, ku ji aliyê vekolerên edebiyata kurdî yên li zankoyên welat û derve ve hatine nivîsîn, bi nêrîna dîsîplînên rexneya edebî, antropolojî û zimannasiyê dikevine dû pirsên pênaseyî, naverokî û zimanî yên edebiyata kurdî. Bi vî halê xwe namzed e ji bo vîtrîna rexneya edebî ya kurdî ku ev çend sal in daye pey nasnameyeke akademîk. Ew teyaqûz û hişyariya ji gotarên vê koleksiyonê dipengize, pariyek jî ji taybetiya wê xwendina akademîk tê. Her wiha TÎR Û ARMANC wek nîşaneyeke çalakiya zimanî jî balkêş e, anku wekî nîşaneya derbasbûna ji xwendina şexsî ya berhemên edebî ji bo rexneyên dûvedirêj ên li ser berhemên edebiyata kurdî. Ger dem, dema rexneyê be, TÎR Û ARMANC, ji bo vê demê nimûneyeke balkêş û serkeftî ye."


