Diyarname
"Poor Things" (Tiştên reben) fîlmê derhêner Yorgob Lanthimos e. Vê hefteyê tekane fîlm e ku dikare bê temaşekirin.
Vî fîlmî li qada sînemayYê deng veda. Li Festîvala Venedîkê Xelata Fîlmê Herî Serketî Şêrê Zêrîn girt. Paşê hat li Globa Zêrîn xelata Lîstikvana Herî Serketî (Emma STone), Xelata Muzîka Serketî girt. Û niha ketiye dû Oscarê. Îsal "Oppenheimer" 13 waran de wekî berendamê Oscarê hatiye nîşandayîn, Poor Thing bi 11 waran di rêza duyemîn de ye. Û ev fîlmê ku ew qas nav daye niha li Tirkiyeyê ket vîzyonê.
Fîlm ji romana Alasdair Gray a bi heman navî hatiye girtin. Fîlm wekî çîrokeke moden û xweser a Frankestein tê hesibandin. Bella Baxter (Emma Stone) piştî ku ji aliyê zanyarekî serketî Dr. Godwin Baxter (Williem Dafoe) ve ji nû ve tê zindîkirin, çîroka wê ya fantastîk dest pê rike.
Fîlmê ku Yorgos Lanthimos bi rê ve biriye Emma Stone, Mark Ruffalo, Willem Dafoe û Ramy Youssef serlîstikvaniya wî kiriye.
Ji bilî vî fîlmî çend fîlmên din jî ketin vîzyonê, lê yê hêjayî temaşekirinê "Poor Things" e ku bi navê "Zavallilar" (Reben) wergerandine tirkî û xistine vîzyonê.
Dîsa jî va ye fîlmên din ên ketine vîzyonê:
- MK Ultra / Derhêner Joseph Sorrentino
- Super Wings the Movie: Maximum Speed / Derhêner Xiaoqing Cai, Cai Dongqing / Anîmasyon
- İyi Bir Aileyiz / Derhêner Haki Biçici
- Turkler Çildirmiş Olmali 2: Mavi Vatan / Derhêner Murat Aslan
***
Nûçeyên Eleqedar:


