Diyarname
Vê hefteyê ji fîlmên derketine vîzyonê du belgefîlman em derxin pêş. "Çar xwişk" û "Bob Marley".
'Four Daughters'
Fîlmê 'Four Daughters' bi navê "Dort Kiz Kardeş" wergerandine tirkî û xistine vîzyonê. Belgefîlmê derhêner Kaouther Ben Hania "Four Doughters" di warê Belgefîlmê Herî Serketî de berendamê Oscarê ye. Di belgefîlm de Heno Sabri, Olfa Hamrouni, Eya Chikahoui û Tayssir Chikhaoui dilîzin.
Olfa jineke ji Tûnûsê ye ku çar keçên wê hene. Du kesên wê yên mezin rojekê winda dibin. Derhêner ji bo valahiya van her du xwişkan dagire du lîstikvanên profesyonele digire nava kadroyê û bi vî awayî belgefîlmî dikişîne. Bi vî awayî ceribandineke sînematik derdixe pêş. Fîlm çîroka hêvî, serîhildan û jidilbûna xwişkîtî derdixe pêş; hemû saziyan digire bin lêpirsînê.
'Bob Marley: One Love'
'Bob Marley: One Love' fîlmê derhêner Reinaldo Marcus Green di fîlmê xwe de çîroka îkonekî muzîkê, çîroka Bob Marley, hezkirin û peyamên wî yên yekîtiyê radigihîne sînemahezan. Fîlm hemû zehmetiyên li pêş Bob Marley, rêwîtiya wî ya muzîkê ya di asta şoreşekî de nîşan dide.
Di fîlm de Kingsley Ben-Adir rola Marley, Lashana Lynch jî rola jina wî Rita girtiye ser milên xwe.
Va ne hemû fîlmên hefteyê:
- Bob Marley: One Love / Derhêner Reinaldo Marcus Green
- Four Daughters / Derhêner Kaouther Ben Hania
- Madame Web / Derhêner S. J. Clarkson
- Zaferin Rengi / Derhêer Abdullah Oguz
- Hatiran Yeter / Derhêner Omer Faruk Yardimci
- C Takimi / Derhêner Bora Onur
- Kral Şakir: Devler Uyandi / Derhêner Metin Kuru / Anîmasyon


