Diyarname
Şaneşîn Performans li Mêrdînê xebata xwe ya hunerî didomîne. Şaneşînê bernameya xwe ya meha adarê eşkere kir.
Bername 3'ê mehê bi lîstika "Hundir an derve" ya Şanoya Bajêr a Amedê dest pê dike. 8'ê mehê 8'ê mehê lîstika Şa Performansê "Ji Akademiyê re raporek" û 9'ê mehê jî lîstika "Pergal" tê lîstin. Ev lîstik saet 19.30 de des pê dikin. 10'ê mehê saet 15'an de lîstika zarokan "Şengê û Pengê" derdikeve pêşberî zarokan.
16'ê mehê lîstika "Înfaz", 17'ê mehê "GalegaL", 24'ê mehê "Du ziman" (stand-upa Salih Yildizoz) û 29'ê mehê jî "Galegal" tê lîstin. Ev lîstik saet 20.30 de dest pê dikin.
Li aliyê din roja 26'ê mehê belgefîlmekî bi navê "Yikilacak Duvarlar" tê nîşandayîn.
Ji bo têkilî: 0542 553 8480
**
Nûçeya Eleqedar:


