Diyarname
Dewlet bi armanca çêkirina Bendava Farqînê herêma Geliyê Godernê xira dike. Îro Tevgera Ekolojî ya Mezopotamyayê, berendamên şaredariyên DEM Partî li Geliyê Godernê bûn.
Di bin pêşengiya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê de, endamên wan îro li Geliyê Godernê daxuyanî hebû. Ligel endamên Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, endamên Komeleya Ekolojiyê, Polen Ekolojî, Komeleya Ekolojî ya Mêrdînê, Berdevka Komîsyona Ekolojiyê ya DEM Partî Melis Tantan, endamên DBP'ê, berendamên şaredariyên Farqînê, endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, endamên Piştgiriya Xwendekarên Azad a Dîcleyê û gelek kesên din di çalakiyê de amade bûn. Gel xwest herin Geliyê Godernê lê jendirmeyan bi sedema "herêma operasyonê ye" destûr nedan. Çalakvanan jî li cihê destpêka Geliyê Godernê daxuyanî da. Pankartên wekî “Godernê tê tunekirin bêdeng nemine”, "XWedî li xweza, çanda xwe derê, piştgiriya , Geliyê Godernê bike" vekirin.
Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Serhat Kiliç axivî. Kiliç da zanîn ku wan dixwest li navenda Geliyê Godernê, li ser Pira Kevir a Godernê daxuyanî bidin lê jendirmeyan destûr neda wan û got, "Em dizanin ku ev çemê ku bi hezaran salan e ji vir diherike navenda mirovahî, navend û jiyana sewalan e. Îro bi bendava ku dixwazin çêbikin hemû qadê jiyanê noqav dikin. Ne tenê jiyan di heman demê de dîrokek jî li ber me bi bendavê re tê tunekirin."
Berdevka Komîsyona DEM Partî Melis Tantan jî da zanîn ku bi salan e dixwazin bi bendavan xwezaya Kurdistanê têk bibin û got, "Gelê me li vir ji bo jiyana xwe, gundên xwe, xwezaya xwe biparêze têdikoşe. Bi salan de eko-kuştinek didome ku ev yek dibe sedema hemû nifşan. Bi çêkirina bendavê de dê 50 gund têk biçin û komkujiya mirovî çêbibe. Em xwedî li xwezaya xwe, çand û dîroka xwe derên."
Di daxuyaniya hate xwendin de jî hat gotin ku ewê çeman, newalan û hemê qadên jiyanê biparêzin, hemû bi hev re ji vê re bêjin raweste û gotin, "Bila Dîcle azad biherike, bila Godernê nebe Heskîf."


