Diyarname
Serokê Amedsporê Aziz Elaldi roja 24'ê mehê bi daxuyaniyeke gotibû ew dê kongreyê de nebe Serokê Amedsporê, îro nîvro daxuyaniyeke nû belav kir û got ewê kongreyê bibe berendamê serokatiyê.
Elaldi di daxuyaniyê de got ku hedefa wan Amedspor ji kongreyê xurt derê. Elaldi got, "Rêveber û Serokên Amedsporê yên berê di nav Lijneya Îştîşareyê ya Bilind de cih digirin, ew barên kongreyan bi erênî digirin ser milên xwe û dibin çavkaniya serketin û motîvasyonê" û wiha dom kir, "Ji bo kongre bi awayekî demokratîk bimeşe min biryara nebûna berendamtiya serokatiyê dabû, lê piştî hevdîtinên ligel Lijneya Îştîşareyê ya Bilind min biryar da ku di kongreyê de bibim berendam. Ji ber daxuyaniya xwe ya berê min gelê me û sporhez xemgîn kirine, ez ji wan lêborînê dixwazim. Em bi hev re bi ser ketin, emê dîsa bi ser bikevin. Her tişte ji bo Amedsporê ye."
***
Nûçeya Eleqedar:
Vîdeoyê eleqedar;


