Îro salvegera 28'emîn a koça dawîn a dengbêj Şakir Deniz e. Şakir Deniz ku li 4 parçeyan wekî Şakiro tê nasîn di 1936ˊan de hate dine û di 5'ê pûşpera 1996'an li bajarê îzmîrê miriye.
Ji bo bîranîna Şakiro li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişlo şahî hat organîzekirin. Gelek kesên ji şêniyên bajêr, sazî û desteyên çandî di şahiyê de amade bûn.
Li gor ANHA'yê di şahiyê de endamê Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Ebdulmecîd Xelef got, "Civaka ku vedigere dîroka xwe civakeke zindî ye, lê belê vegera li dîrokê têrê nake, her wiha pêwîst e ew dîrok bibe bingeha avakirina pêşerojeke geş."
Xelef destnîşan kir ku pir kêm hunermendên kurd karine li hember gelê xwe, xwe bikin sembol û dengê xwe li 4 parçeyên Kurdistanê belav bikin û bibin hunermendên Kurdistanî.
Piştre sînevîzyonek li ser jiyana hunermend Şakiro hat pêşandan.
Piştî axaftinê Koma Yekpar bi klamên Şakiro û bi stranên cur bi cur şahî geş kirin..


