Diyarname
Dawiya vê hefteyê helbestvan û çîroknivîskarên ji Duhokê tên Stenbolê. Çalakî li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ye.
Bi navê "Ji Wêjeya Kurdî Qeftek Çîrok û Helbest ji Duhokê" çalakiyeke tê li dar xistin. Ji Duhokê Hesen Silêvanî, Majde Al Dahrî, Enwer Muhemed Tahir, Îsmaîl Silêman Hacanî, Selam Balayî, Beyar Bavî, Muhemed Ebdula tên û wê beşdarî çalakiyê bibin.
Çalakî bi moderatoriya Nûjîn Onen Tacar li Stenbolê li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî wê lidar bikeve.
Çalakî 8'ê mehê saet 15.00'an de ye.