___Bahar ALÎKAN___
Rê, xwe li mirinê digire, navê mirinê dibe Penaberî.
Êdî naxwazim penaber bimînim û di bedengiya tunebûnê de bijîm.
Baranêk dibare!
Bi barîna baranê re li her derê laş û rihê min birîneke nû vedibe. Cihek ne nas, û li vê penaberiyê nikarim bibejim ku ez dijîm!
Kesen ne nas, zimaneke cuda, dûrî welatê min.
Aniha mirin were û Xwedê emanetê xwe, ji min bistîne wê çi bibe?
Li vir ne Cudî heye ne jî Sîpan heye.
Dema mirov, mirinê bi bîr tîne, bêhtir axa welatê xwe dixwaze.
Berf dibare ser laşê min, min dikuje û winda dibim. Stranek dilorîne "Wez nemînim, wez nemînim. Kafirê romê, kom dike egîd û cindiya
Pê re, keç û bûkên Celaliya
Wana didin ber singûya
Yê mayîn sirgûn dikin
Li Sînop û Zongildaxê, nav dîwalên ecnebiya" Û ji, axa welatê xwe dûr im.
Ev mirin, heta hetayê ye. Nizanîm bi rastî!
Dizanim ku ez edî penaber im. Belê penaberek, ji mala bavê xwe dûr. Edî, ez jî wekî sewiya me. Bê Dê û Bav im. Penaberî û mirin heman tîşt e êdî.
Nîvê şevê ye û difikirim. Çawa bû sibeh, min biryara xwe da.
Êdî, ezê berê xwe bidim welat.
Min tûrê xwe, cilên xwe tije kirin.
Bîletek, ji bo welat min kirî. Tenê, ji bo çûyîne.
Ne bi xatirê te penaber î, ne bi xatirê te axa sar. Sed carê din, ne bi xatirê te. Di destê min de, tûrê min, şûşeyek av, û hinek çilekî ji xwe re dikirim. Êdî berê min li çiyayê Sîpanê ye. Mêvanê Xecê û Siyabend im.
Di rêyek dijwar de hatibûm vir aniha vedigerim. Di destê min de, çîroka Şerefxan Beg ê Bedlîsî heye. Carinan çavên hin kesan li ser min in, û li pirtûka min û halê min dinêrin!
Bi wê zanabûnê, ez xwe qet aciz nakim, çavên min li xwendinê berê min edî Sîpan e. Kadîr Stêra, di nivîsek xwe de bûbû Quling diçû welat; lê ez temamî diçim. Zozanê xweş û meqamê Mîr Hesenê Welî, Feqiyê Teyran û Şexsî Şêx Mihemed...Êzê bigerim û pîşt re ezê herim Sîpan silavekê bidim, çayek germ... Û min ji penaberiyê xêr nedît. Rê direj e dawî nayê. Hesreta dilê min her diçe dibe êgir, ji kelecana welat edî xew jî nakeve çavên min. Şerefxan xilas dibe û şev berê xwe dide rojê. Roj, kirasê xwe li xwe dike. Hêdî hêdî ezîzeka min xuya dike. Giriyê min nasekine. Dara zewiyê seh dikim. Cotkarên Kurdistanê dibînim.
Kesek qazî min dike dibêje çima tu digirî? Ez dibêjim: "Ne tu bipirse û ne ez bibêjim." Ez penaberek bûm, aniha jî bindestek bindestan...


