Diyarname
Li Culemêrgê li Zozana Berçelanê ku 3 hezar û 500 metre bilinde di vê havînê de jî berf heye û gel li ser berfê dilîze.
Li bajarên kurdan ên wekî Amed, Mêrdîn û Riha gel ji germê dibehice, lê li Zozana Berçelanê rewş berevajî ye. Di 3 hezar û 500 metre bilindahiya zozanê de berf heye. Gel hem bi berfê dilîze, hem xwe dişemitîne.
Yên bixwazin ji germê birevin û herin ciheke hênik Zozana Berçelanê li benda wan e.


