Diyarname
Şaxên Egîtîm-Sena Amedê ji bo bîranîna Abdullah Duran Pêşbaziya Çîrokan li dar dixe. Îsal 14'emîn car wê lidar bikeve. Yên bixwazin dikarin heta roja dawî ya salê berhemên xwe bişînin.
Roja 28'ê adara 2006'an li Amedê li nav bajêr çalakî lidar ketin. Roja 29'ê adarê Abdullah Duran ê 9 salî di dema çalakiyan de hat kuştin. Îsal sala 14'an e Egîtîm-Sena Amedê ji bo bîranîna Abdullah Duran vê pêşbaziyê lidar dixe.
Pêşbazî bi zimanê kurdî (kirmanckî, kurmancî) û bi tirkî ye.
Encamên pêşbaziyê dê roja 18'ê adara 2025'an bêne eşkere kirin û roja 22'yê adara 2025'an wê xelat bêne dayîn.
Di pêşbaziyê de yekemin bi 5 hezar, duyemîn bi 4 hezar, sêyemîn bi 3 hezarî wê bê xelatkirin û her wiha xelata mansiyonê jî dê hebe.
Endamên juriyê ev in:
Beşa kurmancî: Îsmaîl Dîndar, Hamît Baydu, Mehmet Dicle, Dawir Yeşîrlen, Omer Dilsoz.
Beşa kirmanckî: Suleyman Yilmaz, Bedriye Topaç, Deniz Gunduz, Abdullah Aren Çelik.
Beşa tirkî: Eylem Ata Guleç, Beyda Yildiz, Aysen Işik, Mehmet Apaydin, Abdullah Aren Çelik.
Ji bo têkilî:
Mail: abdullahduranoyku@hotmail.com


